Girtiyê PKK'î Latif Badûr ku 20 salin girtî bû û ligel ku bi nexewiyên sîroz, pençeşêr û tuberkulozê bû serbest nehat berdan duh li Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Çukurovayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Badur şevê din li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê bi girseyî hate definkirin. Cenazeyê Badur, şevê din ji aliyê heyeta endam û rêveberên TUHAD-FED, TUHAD-DER, MEYA-DER û malbatê ve ji Edeneyê anîn navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê. Konvoya cenazeyê Badur li Petrola Matiatê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, endam û rêveberên BDP'ê yên Mêrdîn û navçeyên wê, şaredarên BDP'î jî heyî bi hezaran kes amade bûn. Girsê di pêşwazîkirinê de bê navber dirûşmeyên "Şehît namirin", "Em hemû KCK'î ne", "Zext me bêzar nakin", "Bijî Serok Apo", "Qatil Erdogan" berz kirin. Girse cenazeyê Badur birin Goristana Kalo û defin kirin. Piştî merasima girsê rêz girt û sirûda "Çerxa şoreşe" xwendin.
Li ser gorê parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, axivî û sersaxî ji malbata Badur û hevalê wî re xwes. Aydogan, anî ziman ku Badur 20 salan ji bo nansame û rûmetê têkoşiya. Aydogan, polîtîka û helwesta hikûmeta AKP'ê jî rexne kir û da zanîn ku AKP şerê derûnî û taybet dide meşandin û li rêgezên şer guhdar nake. Aydogan, destnîşan kir ku zextên li ser gel her ku diçe zêde dibin, lê ew dê tu carî li hemberî vê yekê serî danînin.
Piştî axaftinê malbatê li ser gorê zimêr lorandin. Di merasima definkirinê de polîsên sivîl xwestin girsê bikişînin kamarayê. Lê girsê kevir avêtin polîsan û polîs ji xwe dûr xistin.
DÎHA/MÊRDÎN