Misto piştî ku êrîşên li ser herêmê giran bûn vegeriya Kobanê û tevlî nava refên YPG’ê bû‫.‬ Dema Misto gihişt herêmê ji bo tevlêbûna xwe ji refên YPG’ê re îlan bike, yekser berê xwe da Mala Gel a navenda herêmê, li wir agahiya şehadeta birayê xwe Mehmûd Misto (Rêdûr) di şerê ku gundê Boraz  girt. Endamên mala gel ew vegerandin malê‫.‬

Piştî 3 rojan Misto car din vegeriya Mala Gel ji bo tevlî refên YPG’ê bibe, tevî ku 2 birayên xwe di nava refên YPG’ê de jiyana xwe ji dest dan û 2 birayên din jî niha di nava refên YPG’ê de ne‫.‬ Misto li Mala Gel ji ANHA’yê re diyar kir ku herêma Kobanê divê bê parastin û bilêv kir ku pêwîste hemû kes ji bo parastina herêma xwe, xwe bide pêş‫.‬ Hat zanîn ku Misto dê bi welatiyên gundê xwe re (Piling) li ser bendên kontrolê yên nêzî gundê Boraz ê rojavayê herêmê bisekine û alîkariyê bide şervanên YPG’ê‫.‬ Misto, destnîşan kir ku eger dijmin derbasî Kobanê bûn, wê demê jiyana wî bê wate dimîne‫.‬ Di dawiya axaftina xwe de Mihemed Misto bang li hemû welatiyên kobanê yên li derve kir ku vegerin welatê xwe û li hember êrîşîn çeteyên DAIŞ’ê herêma xwe biparêzin, ji ber mîna ku anî ziman ew êrîş dê bi saya berxwedan û fedaîya şervanên YPG’ê û welatiyên Kobanê dê bi bin bikevin‫.‬

ANHA/KOBANÊ