Lêgerîna wan jî hebû
Di nûçeya ARD û FAZ’ê de hat diyar kirin ku Denîz Cuspertîn di 5’ê Gulana 2012’an de li bajarê Bonnê di çalakiyekê de bi polîsan re dema pevçûn hatiye dîtin. Piştî vê bûyera ku 29 polîsên Alman birîndar bûn û 220 doz hatin vekirin, gelek kes ji ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyê bûn. Serokê rêxistina Parastina Destûra Bingehîn Verfassungschutz) Hans-Georg Maassen ji FAZ’ê re axivî û destnîşan kir ku hejmara kesên ku ji Elmanyayê derbasî Sûriyeyê bûne nêzî 320’î ye. Maassen diyar kir ku ji bo ev kes hema bên girtin daneyên hatine bidestxistin têr nakin û got: “Em dizanin ku ev kes li Sûriyeyê dixwazin çi bikin. Qanûnên me yên tundtir hebin jî, di destê me de daneyên têr tune ne.”
Li Tirkiyê wenda dibin
Maassen wiha berdewam kir: “Em dizanin ku Selefiyên ji Elmanyayê derdikevin derbasî Tirkiyeyê dibin, lê piştre em şopa wan winda dikin. Çawa dikevin Tirkiyeyê em şopa wan winda dikin. Em tenê texmîn dikin ku ev derbasî Sûriyeyê dibin. Selefiyên vedigerin Elmanyayê jî em nikarin tespît bikin ka çûne Sûriyê an na. Lê ancax bi îfade girtinê û şopandinê dikarin ev bê tespîtkirin." Pisporê terorê yê ji Weqfa Siyaset û Zanistê ya Berlînê Guîdo Steînberg ji ARD’ê re ji bernameya Report Munchen re axivî û merciyên ewlehiya Elman rexne kir.
ANF/MUNCHEN