Li gorî jimarên fermî, nêzî hezar zarokên ‘pir netew’ piştî cûdabûnê an jî bavên Misilamn biryar didin ku ‘naxwazim zarokên min bi çandeke din mezin bibin’ zarokên xwe direvînin. TEnê di sala 2009 de 119 zarok revandin Tirkiyeyê, 56 Polonyayê, 43 jî revandin DYA’yê.
Vegerandina zarokan karekî zor e!
Bi ya Komîsteya Zarokên Winda ne tenê bav, gelek caran dayîk jî ji hevserên xwe yên Alman cûda dibin û zarokên xwe direvînin. Lê balkêş e ku bavên herî zêde zarokên xwe direvînin Misilman in. Li rexmê xebatên yekîneya girêdayî Serokwezaretê, careke din dîtin û vegerandina zarokan karekî pir zor e.
Her çendî peymana parastinê ya Laheyê di sala 1980 de bi pêşengiya Almanya, Frensa, Luksemburg, Hollanda, Portekîz, Spanya, Swîsre û Tirkiyeyê hatibû morkirin, heta niha 85 welatan mor kiriye, lê di her carekê de li rastî astengiyê burokrasiyê tê. Bi ya pisporan piştî ku zarok çû, ji bo dîsa vegere Almanyayê tekoşînek dûr û dirêj a hiqûqî pêwstî e.
Astengiya herî mezin; peymana radestkirina kirina zarokan a ji heta 16 saliyê ya ku di navbera welatan de hatiye îmzekirin e. Ji ber ku ji bilî Tirkiyeyê gelek welatên din ên Misilman jî ev peyman bi Almanyayê re mor kirine, ev yek ji bo rayedarên Alman zortir dibe. Mînak; keça doctor Peter Tinnemann ê Berlînî ji aliyê hevsera wî ve hatibû revandin û biribû Andorayê. Heta Dr. Peter keça xwe vegerand, 5 sal derbas bûn.
BERLÎN