Bi hezaran Amazighî li paytexta Fasê Rabatê bi xwepêşandanekê piştgiriya berxwedana Kobanê kirin û destekdayîn dewleta Tirk ji çeteyan re şermezar kirin. Xwepêşandaran ji hikûmeta Fasê xwestin ku baylozê Tirkiye biqewitîne.
Çalakvanên li ber sefareta Tirkiyeyê ya Rabatê kom bûn bi durişmeyan piştgiriya Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan a ji bo DAIŞ’ê şermezar kirin. Di çalakiyê de zarok, jin û Kurdistaniyên li Fasê jî amade bûn. Çalakvanan xwestin ku li hemberî rêxistina DAIŞ'ê piştgiriya gelê Kurd were kirin û helwestên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd  bi tendî şermezar kirin.
Di çalakiyên de pankartên bi nivîsê, "Tirkiye piştvanê fermî yê DAIŞ'ê ye", „Bêdengiya xwe bişkînin, piştgiriya Kobanê bikin", "Em ji hikûmeta Fas’ê dixwazin ku baylozê Tirkiye yê nûnerên DAIŞ'a terorîst biqewitîne", "Eger ji bo Filistînê Ereb hebe, wê demê ji bo Kurdistanê jî gelê Amazighê yê mezin heye" û "Kobanê nakeve, Kobanê biserdikeve" hatin hilgirtin. Her wiha çalakvanên Amazighî alên YPG, TEV-DEM û Başûrê Kurdistanê hilgirtin û li pêşiya deriyê baylozxaneya Tirkiye kom bûn. 
Çalakvanê Amazighî Munîr Keçî ji Malpera Nûçeyan a Hsebres'ê re diyar kir ku Tevgera Amazighî bang li  darxistina çalakiyê kirin da ku bêdengiya li hemberî êrîşên li dijî Kobanê û kiryarên dewleta Tirk li Kobanê û Rojhilata Navîn şermezar bikin. Munîr wiha anî ziman: "Di vê çalakiyê de beşdarbûna Kurdên li Rabat û hin dewletên Ewopayê jî diyar kir. Ji ber siyasetên rêjîma nijadperest a Baas di navbera gelê Kurd û gelê Amazighî de dûrbûnek çêbubû."
Ji aliyekî din ve Serokê Kongreya Navnetewî ya Amazighî Xalid El-Zîrayî got: "Îro Kurd dibin hedefa êrîş û tevkujiyên DAIŞ'ê. Dewletên herêmê ji ber berjewendiyên xwe û armancên xwe yên siyasî bêdeng in." Xalid pêwîstiya kar û zexta ji bo çareserkirina Doza Kurd anî ziman.

Kurdên li Ewropayê dijîn û li Rabatê bûn jî beşdarî çalakiyê bûn.

FAS