“Konferansa Kurdistanî ya Tirkiyeye” ku di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Demokrasiya Beşdarî (KADEP) û Partiya Heq û Azadiyan (HAK-PAR) de di navbera 17-18’ê Îlonê de li Otela Classê ya Amede pêk hat bi dawî bû. Konferansa ku 182 delege beşdar bûn, piştî niqaşên 2 rojan bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Encamnameya konferansê ji aliyê Cîgirê Serokê HAK-PAR’ê û Endamê Kordînasyona Konferansa Neteweyî Hasan Dagtekîn ve hate xwendin. 

‘Gelê Kurd ji mafan hatime mehkûm kirin’ 

Dagtekin, diyar kir ku ji damezirandina komarê heta niha gele Kurd li ser axa xwe Kurdistanê ji hemû mafê xwe yê mirovane û gerdûnî hatiye mahrûmkirin û wiha got: “Gelê Kurd li ser axa xwe ji hemû mafê xwe yê mirovahî û gerdûnî hatiye mahrûmkirin. Gelê Kurdistanê Sûryanî, Ermenî, Mehelmî, Ereb û gelek civakên din, her wiha baweriyşên Êzîdî, Elewî, Sunnî û baweriyên din ku li gel neteweya Kurd dijî, rastî înkarê tên. Beşdarên konferansê êşa komkujiya 1915’an di dilê xwe de hîs dike. Ji niha û şûnde ji bo ku li dijî tu netew û civakan komkujî pêk neyê wê di nava hewldanan de be.”
Dagtekîn, anî ziman ku konferansa wan êrîş û operasyonên Tirkiye û Îranê yên li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê û hemû operasyonên din şermezar dike. Dagtekîn, anî ziman ku gelê Kurd bi helwesta xwe ya hevpar li dijî hemû operasyonan aşkere kiriye. 

‘Divê muzakereyên bi Ocalan re berdewam bikin’ 

Dagtekîn, di berdewama encamnameyê de anî ziman ku ji bo şert û mercên aştiyek mayinde pêk bê divê hikûmet dinava hewldanan de be û wiha got: “Beşdariyên Kurdistanî dixwazin ku hemû operasyonên leşkerî û siyasî bi dawî bibin. Divê li şûna operasyonên siyasî û leşkerî zimanê diyalog û aştiyê pêş bikeve. Ji bo deng li çekan bê birîn divê muzakereya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hêzên din re berdewam bike. Divê hemû kesên bi vîna azad a gelê Kurd hatine hilbijartin û kesên li ser navê gelê Kurd siyasetê dikin beşdarî vê pêvajoya diyalog û muzakereyê bên kirin.”
Dagtekîn, anî ziman ku wan cih daye statuya Kurdan û makeqanûnê jî û wiha bi dawi kir: “Divê statuya Kurdan di makeqanûna nû de bê naskirin. Divê makeqanûna azad, wekhev, piranî, beşdarî û demokratîk bê amadekirin.”

Encamname û axaftinên ku di konferansê de hatin kirin wê di demek nêz de bibe pirtûk.

  ANF/AMED




Konferansa netewî pêwistiya demê ye


Guftugoyên derbarê yekîtiya netewî de berdewam dikin. Bi berfirehbûna guftugoyan re partiyên siyasîn yên bakûrê Kurdistanê girîngiya konferansa netewî anîn ziman. Di demeke ku hewldanên konferansa neteweyî, di nava civaka Kurd de heyecanek afirand de, ev daxuyaniya Barzanî ji aliyê serokên partiyên Kurd ên li Tirkiyeyê jî bi neyînî hate pêşwazîkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Bayram Bozyel û Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Tevkar (KADEP) Şerafettîn Elçî, têkildarî mijarê, nêrînên xwe ji DÎHA’yê re vegotin.

Turk: Konferans pêwîst e
Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyek gelek grîng de der bas dibe û bal kişand ser encama guhertinên li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn pêk tên. Turk, anî zinan ku ev geşedan bandorê li ser pêşeroja gelê Kurd dike. Turk, da zanîn ku di demek wiha de konferansa neteweyî ya Kurda gelek girîng e û wiha got: “Ji bo ku projeyeka Kurdistanî derkeve holê, konferans pêwîst e. Ez di wê baweriyê de me ku, gelê Kurd hewldanên tunekirina Kurdan jî li ber çavan bigiren û nîqaş bike, wê ji bo konferansê zêdetir amade bin.”
Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel jî, destnîşan kir ku piştî guhertinên li Rojhelata Navîn û Suriyeyê, hewcedariya konferansa neteweyî ya Kurd, zêdetir derketiye holê. Bozyel, got ji ber vê yekê jî ew dixwazin konferans çêbibe û wiha pê de çû: “Lê nêrîna Birêz Talabanî û Barzanî gelek mûhîm e. Divê mirov bi wan re rûne û vê meseleyê nîqaş bike.”

Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettîn Elçî, diyar kir her çiqasî şert û merc kombûn konferansê bixin zorê jî, divê hewldan pêk bên. Elkçi, anî ziman ku konferans ji rojevê derneketiye û got, “Heke aramiyek li heremê bê çekirin emê hewl bidin ku ev konferans cardin bikeve rojevê û tevahî parçeyên Kurdistanê di vê konferansê de bên cem hev.”

AMED