Derbarê naveroka berheman de ku hatin çapkirin, edîtorê Weşanxaneya Aramê Ulaş Guldîken agahî da.
Guldîken da zanîn ku pirtûkên hatin çap kirin ev in; Pirtûka nivîskar Mehmet Aras a “Îslama Demokratîk”, pirtûka “Kavramsal ve Kuramsal Olarak Sanat” a nivîskar Numan Amed, pirtûka “Dîrok Niha ye” (Nerîneke Esasî li Dîroka Kurdistanê) a Nivîskar Kasim Engîn, pirtûka “Di Siya Mirinê de Pişkivên jiyanê” ya Eqîde Tok, ev e yên nû ne. Dîsa pirtûka “Jiyana Min Her Şer Bû”, ya Sakîne Cansiz û pirtûka “Kasirga Tabûrû” ya nivîskar Mehmet Sebatli ye.



‘Xwînerên me timî dixwestin çap bibe’


Ulaş Guldîken diyar kir ku çapa pirtûka Kasirga Tabûrû ya Mehmet Sebatli bi salan e tunebû li ser vê yekê xwînerên wan timî daxwaza çapa nû dikir. 
Guldîken wiha pê de çû: “Ev pirtûk ji 2 cîldan pêk tê û me 5 hezar çap kirin. Li aliyê din jî pêwîstî bi berhemeke wiha hebû ku di refên pirtûkan ên Weşanxaneya Aramê de hebe. Di vê pirtûkê de beşek ji yên berê hatin çapkirin zêdetir e. Ev jî beşa “Malûm Tabûr” e ku lê hatiye zêdekirin. Nivîskar ji ber ku di çîroka çapên berê de wekî ku temam nebûye dîtiye û xwestiye dewama çîrokê bîne. Di beşa ku hatiye zêdekirin de meraqa ku xwendevanan a li ser karakterên çîrokê û bûyerên qewimîne radixe ber çavan.” 


 AMED