Weşanxaneya Aramê 11 pirtûkên nû yên bi Kurdî û Tirkî pêşkêşî xwendevanan kir. Weşanxana Aramê di qada dîrok, helbest, ceribandin û bîranînan de gelek berheman di weşîn e.
Pirtûkên Aramê yên nû: Pirtûka Mehmet Çakmak a Kurdî ya bi navê ‘Mûm û Şemal Çîrokên Dayikan -1’, pirtûka Berçema Mişrîtan a bi Kurdî ‘Masiyên Ku Dikullin’ a helbestan, yên Necat Ayaz a bi Kurdî ‘Li Ewrûpayê Perwerde û Rewşa Zimanên Kêmar’ û ‘Îspanya'da Ozyonetîmîn Tarîhî’, ya Şengul Ogur a bi Kurdî ‘Şikêr’, ya Vedat Çetîn ‘Nasso Suryanî Fehmî Bargello'nun Anilari’, ya Dr. Galîp Alçitepe ‘Îngilîz ve Amerîkan Basinina Gore Kurt Îsyanlari Guncesî 1923-1938’, ya Cezmî Ersoz ‘Elveda Îkîyuzlu Umut-Bi xatirê te hêviya durû’, ya Kongreya Civaka Demokratîk a ji ‘Belgeyên Komcivîna Tendurîstiyê’ a Kurdî û Tirkî, ya Huseyîn Aykol ‘Susturulamayanlar Ozgur Basin Gelenegi’ û ‘Demokratîk Siyaset ve Demokratîk Toplum Savunmasi KCK Savunmalari.’

Parêznameya KCK'ê 
Bi hezaran siyasetmedarên Kurd, şaredar, wekîl, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û parêzvanên mafên mirovan ên ji 14'ê nîsana 2009'an heta niha di bin navê operasyonên ‘KCK'ê’ de hatin girtin hêj nihiştin parastina zimanê zikmakî bikin. Ligel parastinê nikarin bikin dîsa jî doz pêk tên û parastinên amadekirin û pêşkêşî dadgehê nekirin ji Weşanxaneya Aramê weke pirtûk bi xwendekvanan re hate pêşkêşkirin. Di îdîanameya dozgeriyê de dema ku mirov hemûyê li ber çav digire Kurd çawa li dijî hiqûqê hatin girtin baş tê berçavan. Kurd weke ‘terorîzm’ û ‘cudakar’ tên xirxandin. Li gorî îdîanameyê têkoşîna Kurdan, saziyên demokratîk, rêxistinên sîvîl ên civakî û hemû xebatên siyasî yên 3 salên dawî weke ‘cudakar’ û ‘xebatên terorê’ hatin binçavkirin.

Mûm û Şemal 

Pirtûka Mehmet Çakmak a bi Kurdî ya bi navê ‘Mûm û Şemal Çîrokên Dayikan -1’ jî çîrokên dayîkên zarokên xwe windakirin tê vegotin. Pirtûk ji dayikên ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin bi rojan li ber morgan disekînin re hate yadkirin.

Xweseriya Spanyayê 
Pirtûka Necat Ayaz a bi navê  ‘Li Spanyayê Dîroka Revebêriyên Xweser’. Di pirtûkê de tevgerên li Îspanyayê yên ji bo mafên gelan ên kolektîf derketin holê û heta îro berdewam dikin tê vegotin. Di pirtûkê de ji bo mijar baş bê fêmkirin herêmê cuda cuda hatine bidestgirtin. Tevahiya Îspanyayê li gorî nifusa Katalan û Aragon, Bask, Navarra û Kastîlyayê de hatiye belavkirin. Di pirtûkê de têkoşîna rêveberiyên xweser ên herêman tê vegotin. Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek caran ‘Modela Îspanyayê’ hate rojevê.

Rojnivîsa Serhildanan 
Di pirtûka Dr. Galîp Alçitepe ‘Îngilîz ve Amerîkan Basinina Gore Kurt Îsyanlari Guncesi 1923-1938’ de jî 24 serhildan di çapemeniya biyanî de çawa cih digire tê vegotin. Ji Serhildana Babanzade Abdurrahman Paşa a di 1806’an de di serdema osmaniyan de dest pê kir û heta dîroka 24’ê tîrmeha 1923’yan 14 serhildan pêk hatin. Di navbera salên 1923-1938’an de jî 24 serhildanên mezin û biçûk pêk hatin. Nivîskar di pirtûkê de pirsgirêka Kurd bi awayekî akademîk li ber çava digire.

Bîranînên Suryaniyekî 
Pirtûka Vedat Çetîn a bi navê ‘Nasso Suryanî Fehmî Bargello’nun Aniları’ jî behsa jineke bi navê Nasso tê kirin. Di pêşgotina pirtûkê de wiha tê gotin: “Qehremanên pirtûkê hinek ji cihên xwe koçber bûn û li metropolên Ewropayê dijîn. Dibe ku niha bandora astengiya baweriyan qels bibe, kevneşopiyên berê di nav civaka nû de heliya be. Divê ev raman ji wêjeyê heta civaknasiyê pirek bê avakirin.” Di pirtûkê de Nasso jinek e. Ji jinên rastî zextên malbatê hatin yek tenê ye. 


Yên nayên bêdeng kirin 
Pirtûka Gerînendenê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol a bi navê ‘Susturulamayanlar’ jî dîroka çapemeniya azad, zext û berxwedana çapemeniya azad tê vegotin. Di pirtûkê de operasyona di 20'ê kanuna 2011'an a li dijî sazî û dezgehên çapemeniya azad, tiştên bi serê rojnameyên hatin girtin û çîroka rojnamegerên hatin qetilkirin cih digire.
Pirtûka Necat Ayaz a bi Kurdî ‘Li Ewrûpayê Perwerde û Rewşa Zimanên Kêmar’ jî nîjadên li Ewropayê dijîn zimanê wan tê lêkolînkirin. Pirtûka bi navê ‘Belgeyên Komcivîna Tenduristiya 3-4-5 kanun Amed’ jî ji belgeyên komcîvîna tendurîstiyê ya ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk ve pêk hat bi Tirkî û Kurdî cih digirin.

ABDURRAHMAN GOK - DÎHA/AMED