Weşanxaneya ku bi du zimanan gelek pirtûk çap kirin û ragihandin pirtûkhezan, ji bo peresîna zimanê Kurdî jî alîkariyeke gelek mezin dide.
Koordînatorê Weşanê yê Weşanxaneya Aramê Gokhan Bulut anî ziman ku taybetmendiya wan a herîm ezin ew e ku ew bi weşanên xwe ve xizmetê ji pêşketina wêjeya Kurdî re dikin û wiha axivî: “Em di asasê xwe de wekî peyka di nava gelê Kurd ku zêdetirî 40 salan e ji bo azadiya xwe têdikoşe û wêjeya vê têkoşînê de ne. Bi hewldanên xwe ve em dixwazin ku vê têkoşînê wêjeya xwe biafirneû, çan û zimanê xwe pêş bixe.”

Armanca sereke ziman e

Bulut diyar kir ku di nav vê dema têkoşînê de gelê Kurd çawa ku nirxên xwe afirandin, di heman demê de bi vê têkoşînê re çand û zimanê xwe jî wekî destekeftiyeke mezin a nirxî parastin û pêş ve xistin û wiha axivî: “Ji bo ku gel bigihîje mexseda xwe ya mezin em jî bi berhemên xwe yên hem Kurdî û hem jî Tirkî piştgirî didin vê lêgerîna hanê. Helbet dema ku em berheman çap dikin armanceke me ya sereke heye ku em dixwazin bi berhemên xwe yên çap dikin re nasname, çand û zimanê nû yê Kurdan derxînin pêş. Di nav têkoşîna gelê Kurd de pêdivî bi berhemên ku vê têkoşînê vebêjin hheye. Îro roj Kurd dixwazin ku berhemên vê têkoşîn, berhemên ku çand û nasnameya wan a nû vedibêje bixwînin. Em jî bi berhemên xwe yên çap dikin ve dixwazin ji van xwestekan re bibin bersiv.”
Bulut destnîşan kir ku hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî gelek berheman radigihînin gel û bal kişand ser ku ev behrem ji aliyê gel ve jî rastî eleqeyeke baş tên. Bulut wiha axivî: “Her çiqas pirtûk û dokumanên l gorî mantalîteya demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî derdixin pêş hatibin çapkirin û belavkirin jî meyla me li ser çapkirina pirtûkên Kurdî ye. Em bi vê yekê dixwazin ku Kurdî di her qada jiyaanê de were bikaranîn û dîsa bi vê hewldanê em ixwazin ku piştgiriyê bidin bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî.”

  DÎHA/AMED