Artêşa Tirk li hemberî serwergiya gerîlayên HPG ê ya ku zêdetirê li ser herêma di navbera navçeya Şemzînan a Colemêrgê û Elkê ya Şirnexê de didome, amadekariya operasyoneke berfireh a bombebaranê dike. Bi taybet ji cerdevanên ku berê beşdarî operasyonna bûne û ewlehiya herêmê girtine, hatiye xwestin ku ji bo dîroka 17’ ê îlonê amade bin û li bajarê û navçeyên ku lê ne bimînin.
Ji balefirgehên leşkerî yên Amasya, Konya, Eskîşehîr û Bandirmayê balefirên bombebaranê şandin Balefirgeha Leşkerî ya Amedê. Hat diyarkirin ku veguhestina cebilxaneya leşkerî ya ji bo balefirên şer û balefirên F-16 berdewam dikin. Artêşa Tirk a ku piştî çalakiyên gerîlayên Kurd ên ji 23’yê tîrmehê ve li ser Şemzînan dest pê kir û heta niha li Elkê berdewam dike, ket tengasiyan, dest bi veguhestina leşkerî ya ber bi herêmê ve kir. Di vê hefteya dawiyê de ji tûgayên komando yên li bajarên Tirkiye Bolû, Isparat, Egîrdîr, Qeyserî û Poçaya Îzmîrê 4 hezar leşker bi rêya Wanê şandin Şirnex û Colemêrgê. Hat diyarkirin ku wesayîtên zirxî birêya Bedlîs-Tetwanê şandin Gever-Çelê û Şemzînanê.
Fermana 'Ji bo 17'ê Îlonê amade bin'
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî dane, piştî du civînên li fermandriyên cerdirmeyan ên Şirnex û Colemêrgê bi cerdevanan re hatin kirin, bi taybet ji cerdevanên ku berê beşdarî operasyonna bûne û ewlehiya herêmê girtine, hatiye xwestin ku ji bo dîroka 17’ê Îlonê amade bin û li bajarê û navçeyên ku lê ne bimînin. Artêşa Tirk di çarçoveya operasyona berfireh a ku dixwaze di hefteya pêş de li bakûrê Kurdistanê pêk bîne balefirên şer û keşfê ji bajarên din ên Tirkiyeyê vediguhêze bajarên Meletî û Amedê.
Ev balefirên şer ên ku ji bo operasyonê dê bêne bikaranîn, ji Amasya, Konya, Eskîşehîr û Bandirmayê şandine. Hin ji van ali Balefirgeha Leşkerî ya Amedê tên rawestandin û hat ragihandin ku beşî pîst ên balefiran li gunê Zoxê têne rawestandin.Hat ragihandin ku nêzî 20 balefirên şer û keşfê şandine Amedê û bi qasî du qatê vê hejmarê jî şandine Balefirgeha Leşkerî ya Erhaç a Meletiyê.
AMED