Şaxa Amedê ya Odeya Endezyarên Mekîneyan, Serokên Odeya Amedê ya TMMOB’ê û endamên Kurdî-Derê malovaniya civîn kirin. Hîndekarên Kurdî-Derê Mehmet Şahîn û Hesen Guneylî, Serokê Odeya Endezyarên Mekîneyan a Amedê Mesut Çelik, Serokê Odeya Avahîsazan a Amedê Necati Pirinççioğlu, Serok Endesyarên Nexşeyan a Amedê Yusuf Bilen, Serokê Odeya Endezyarên Çandiyê ya Amedê Jêhat Şengal, Serokê Odeya Endezyarên Ceyranê ya Amedê Îdrîs Ekmen, Endamê Desteya Rêveber a Odeya Jeolojî ya Amedê Harun Yalçinkaya û Endamê Odeya Endezyarên Mekîneyan Semih Oktay beşdarî civînê bûn.
Di civîna bi boneya nirxandina karanîna zimanê Kurdî ya di warê endezyarî û avahîsaziyê de biryarên girîng hatin dayîn.
Hînkerê Kurdî-Derê Mehmet Şahin axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya standardîzekirina Kurdî. Şahîn bal kişand ser karanîna ziman a di qada teknîkê de û diyar kir ku divê ligel zimanzanan û rêxistin jî beşdar bibin û diyar kir ku lidarxistina komxebatek ji bo karanîna zimanê Kurdî di qada endezyarî û avahîsaziyê de pir girîng e. Hat diyarkirin ku wê gelek zimanzan û pispor beşdarî komxebata ku wê ji aliyê TMMOB’ê ve were lidarxistin, ji Başûrê Kurdistan, Ewrûpa, Ermenîstan, Rûsya û gelek cihên din ên cîhanê beşdar bibin. Şahîn diyar kir ku divê ode di vê xebatê de piştgirî bidin û pêşniyar kir ku her odeyek ferhengek derbarê têgînên xebatên odeya xwe de amade bikin.
Serokên odeyan jî diyar kirin ku amadekirina têgînan karê zimanzanan e, lê ew ê bi her awayî piştgirî bidin van xebatan.

Serokê Odeya Endezyarên Mekîneyan a Amedê Mesut Çelik ku ji civînê re malovaniyêkir diyar kir ku ev xebat heyecanê dide wan û got; "Me weke ode, me hinek xebat meşand, lê dîsa jî ne bes bû. Divê em bikaribin her kesê beşdarî vê xebatê bikin û pir berfireh bikin. Beşdariya zimanzanan girîng e, hera ji bilî zimanzanan, divê pisporên Kurdî beşdar bibin. Em û zimanzanan em ê alîkariya hev bikin. Em ê bibêjin ev yek ji bo vir tê bikaranîn û piştre wê zimanan navê têgînan deynin. Wê her kes ji aliyê xwe ve komek ava bike, Divê bê ku em wexta xwe winda bikin, dest bi xebatê bikin. Ev xebatek pir girîng e li pêşiya me. Di van xebatan de Zaza, Kurmanc, Soran û her kes hebin.”

ANF/AMED