
Riya Tirkiyê bikar anîn
Muslim diyar kir ku DAIŞ di 29’ê Mijdarê de ji axa Tirkiyeyê hewl da bikeve Kobanê û got: “Ev xetereyek gelek mezine. Em îro ne bi komek terorîsên herêmî, bi rêxistina terorê ya global re têdikoşin. Gelek dewletê biryara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê girtiye. Hêzên Koalîasyonê bombebarana hewayî pêk tîne. Ji bejayî jî YPG axa xwe diparêze. Lê ji Tirkiyeyê wesayîtek tê û teqînê pêk tîne, bi dehan kesên çekdar ji Tirkiyeyê tên, li depoyên genim bicih dibin û êrîşê Kobanê dikin. Ev xeterek mezine. Me ji rayedarên Tirk lêkolîn xwest û em carek din dixwazin. Divê em bê ronîkirin. Berpirsê vê kiye?
Bûyer li ber çavan e
Muslim got hedefa wan ya li Rojhilata Navîn eve ku hemû gel û baweriyên herêmê di nava aştiyê de hevpar bijîn û got: “DAIŞ ya axa Tirkiyeyê bikartîne û derbasî Kobanê dibe û êrîşan pêk tîne, divê kesên piştgiriyê didin DAIŞ’ê yên ji Ewropa, Misir û Tunusê tên bidarizîne. Divê hesab bipirse. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan got DAIŞ dijminê wane. Ji xwe Kobanê di pratîkê de DAIŞ’ê dijmin dibîne û li dijî wê têdikoşe. Ev salek û nîve li dijî DAIŞ’ê em têdikoşin. Di van şert û mercên giran de divê em bibin yek. Ger Tirkiye bêje DAIŞ dijminê mine û hebe xwedî helwest ev rê li ber pirsnîşanan vedike. Wê demê dê her kes bipirse ku DAIŞ çawa ji ser axa Tirkiyeyê êrîşê Kobanê dike. Divê helwesta dewleta tirk diyar be. Dibêjin ev îftereye. Lê ev têr nake. Li wir wêne, dîmen, şahid û cenaze hene.”
Bila koalîsyon lêkolîn bike
Muslum anî ziman ku ew wek nûnerên Kantona Kobanê diyar dikin ku êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê ne tiştekî biçûke û got: “Em li sê eniyan şer dikin. Herî dawî jî ji eniya Bakur êrîşek pêk hat.Ji ber vê jî divê hemû saziyên mafê mirovan yên Tirkiyeyê, partiyên siyasî, sexsiyet û parlementerên tirk jî di nav de komîteyekê ava bikin. Kî sûcdare divê bê dîtin û hesab jê bê pirsîn. Divê êrîşa li ser Kobanê ya ji alî Tirkiyeyê ve pêk hatiye bê lêkolîn kirin û her wiha ji bo alîkariya mirovahî jî korîdor bê vekirin.” Muslim di dawiya axaftina xwe de balkişand ser alîkarî û piştgiriyên tên kirin û bi lêv kir ku divê piştgiriya bo Kboanê berdewam bike.
ERSÎN ÇAKSÛ/ÎBRAHÎM ASLAN/DIHA/KOBANÊ