Dorpêça çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gundên bajarê Babê yê girêdayî herêma Şehba, dewam dike. Ji 15 gundên ku çeteyan ew dorpêç kirine, di nava wan de jin û zarok jî 900 kes ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.

Doh jî çeteyên DAIŞ’ê li dijî 20 kesên ku fermanên wan qebûl nekirin û li hemberî çeteyan li ber xwe dan, komkujiyek pêk anî.


Girtiyan weke mertal bikar tînin

Hate zanîn ku çeteyan kesên revandî, xistine Girtîgeha Bajarokê Qebasîn ê girêdayî bajarê Babê, hin kesan ji bo eniyên şer bi kar tînin û hinan jî wekî mertal didin bikaranîn.

Gundên ku piraniya şêniyên wan Kurd in û rastî êrîşên çeteyan tên ev in: Qar Kelbîn, Qibet El-Şîh, Ereb Wêran, Kehîbê, Sosinbat, Şibêran, Til Betal, Kawkulî, Şawa, El-Erîmê, Til Cerha, Numan, Qebasîn, El-Nêrebiyê û El-Boxaz.


Tehlûkeya komkujiyê

Ji van gundan û herêmên din ên Şehbayê nêzî 200 kesên ku ji ber kiryarên wekî serjêkirin, kuştin, revandin, êşkence û girtinê reviyabûn, xwe gihandin kantona Efrînê.

Gelek çavdêrên mafên mirovan ditirsin ku li herêma Babê jî komkujiyên mîna yên Til Eran û Til Hasilê ku ji aliyê komên çeteyan ve pêk hatine, dûbare bibin.  


 ANHA/EFRÎN