Gundê Tel Medîq dikeve yek kîlometre rojhilatê bendava Şehbayê û li ser çemê Qiwêq e. 37 kîlometreyan li bakurê Helebê û li aliyê wê yê bakurê-rojava jî bajarê Babê heye. Gund navê xwe ji rûbareke avê ya teng girtiye. Di gund de girekî kevin jî heye. Gir jî wekî girê Til Meqîq tê nasîn.

Gund ji çeteyên Mertala Firatê rizgar kirin

Hêzên hevbeş yê ku ji Artêşa Şoreşgeran, hêzên êlan, Eniya Jinên Şehbayê, Tûgeya Şemal El-Demokratî û tabûrên Meclîsa Leşkerî ya Babê pêk tên, di 25‘ê Cotmehê de ji aliyê bendava Şehbayê ber bi nûqteyên çeteyên DAIŞ‘ê yê rojavayê Babê ve pêş ve çûn.

Di encama şer û pevçûnên ku çend seatan dom kir de, hêzên hevbeş karîbûn ber bi gundê Tel Medîq ve pêş ve biçin. Çeteyên DAIŞ’ê xwe ji gund vekişandin û gund radestî çeteyên Mertal Firatê kirin. Hêzên girêdayî artêşra dagirker a Tirkiyê derbasî gund bûn. Li wîr careke din di navbera hêzên hevbeş û komên çete yên Tirkiyê de şer derket. Di encamê de gund bi temamî ji çeteyên Mertal Firatê hate rizgarkirin.

Serçete jî hat kuştin

Li gorî daxuyaniya ku hêzên şoreşger li ser malpera xwe ya fermî weşandibûn, zêdetirî 25 leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên Mertal Firat hatin kuştin. Ji kuştiyan Fermandarê Leşkerî yê bi navê Îbrahîm El-Dada Ebû Cînan tevî 5 terorîstên din cenazeyên wan niha li gundê Til Medîq ê rizgarkirî ne. Li aliyê Bendava Şehba jî 18 cenaze hatin dîtin. Li vê qadê du maşîneyên doçka li ser hatin rûxandin û yek jî hate bêbandorkirin.

Ji bilî agahiyên borî, hêzên şoreşger dest danîn ser maşîneyeke doçka li ser, 4 çekên kalaşnikov, çekek RBG, 6 rext û 3 telefonên mobil. Li gorî hate zelalkirin 20 terorîst jî birîndar bûn.

Piştî ku gundê Tel Medîq hate rizgarkirin riya di navbera hêzên Şoreşger û bajarê Babê de tenê 20 kîlometre maye.


SILÊMAN EHMED / EFRÎN