FETHÎ BALAMAN / MA/AMED
Di dema şewba vîrûsa coronayê de piştî ku kargeh hatin girtin gelek kesan berê xwe dan gundên xwe. Yek ji van devaran jî gundê Hêlîn ê Pasûr a Amedê ye. Nêzî 100 kes ku piraniya wan ciwan in piştî şewb belav bû hatin gund û dest bi sewalvanî û çandiniyê kirin.
Şahabettîn Baran ku li Stenbolê garsontî dikir, piştî şewb belav bû berê xwe daye gundê xwe. Baran anî ziman ku gava li Stenbolê dixebitî şewb dest pê kiriye û got: “Piştî şewb dest pê kir cihê karê me hat girtin. Piştî hat girtin em wisa man li holê. Me dît em nikarin ji bin heqê kirê, xwarin, av, ceryan û gazê derkevin me berê xwe da gund. Tenê ne ez em nêzî 70 ciwan hatin gund.”
Baran da zanîn ku piştî hatiye gund dest bi karê mêşvaniyê kiriye û ji karê xwe razî ye û got, êdî naxwaze ji gund biçe. Baran, anî ziman ku piştî hatiye gund hem di warê aborî hem jî di warî derûnî de rihet bûye û bang li kesên ji gundan berê xwe dane bajaran kir ku vegerin gundên xwe.