Balonên bi wêneyên Leyla Guven ku ji bo karwanê wesayîtan a HDP’ê ya li Amedê hatin amadekirin, tirs xiste dilê polîsan.
Mîtînga fînalê ya HDP’ê ya hilbijartinên cihî wê doh li meydana Stasyonê ya Amedê pêk bihata, ji lê belê ji ber barana zêde, hate betalkirin. HDP’ê piştî wê ji bo karwaneke wesayîtan li navenda bajêr bigerîne, dest bi amadekariyan kir. Bi vê armancê hin balon hatin amadekirin ku wêneyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 143 roj in di greva birçîbûnê de ye, li ser wan bûn. Lê belê polîsan nehişt ku ew balon bên hildan.
Polîsên ku deriyê avahiya HDP’ê ya Amedê girt, gef xwarin û ji endamên HDP’ê re got, “Heger hûn bi balonan derkevin, em ê nehêlin ku hûn derkevin derve.”
AMED