Parêzerên Baro yên derbarê wargehê de agahî girtin.
Serokê Baroya Amedê da diyar kirin ku di ziyareta wan de li gel agahî girtina di derbarê wargehê de, daxwazên wanên derbarê pêvajoyê dene û got ku raporekî amade kirine wê bi raya giştî re parve bikin û pêşkêşî saziyên hikûmetê yên peywîndar bikin. Ji Hevserokên Şaredariya Wargehê Mamosta Kendal da diyar kirin ku sekna îro Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dinavdeye pêş 20 salan li hemberî sîstema înkar û îmhayê serhildan kirine û got ku daxwazên kampê ku birêxistinbûn û siyasiye, siyasîne.
Berpirsê Karên Derve yê Wargehê Polat Çelê da diyar kirin ku daxwazên bingehîn yên gelê Wargehê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya mûzakereyan gihiştina astekî huquqiye û got ku gelê Wargehê ji aliyê hikûmeta herêmî ve li rastî kiryarên keyfî tê. Ji Hevserokên Şaredariyan Bermal Çolemêrg jî bal kişande ser zehmetiyên ku jin û zarok dijîn û got ku li ser wargehê salek û çar mehe embargoyekî bi fîîlî yehey.

‘Zulmek mezin we dît’

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û yên pêre di çerçeveya ziyareta xweya sê rojan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ziyaret kirine. Elçî got ku li ser xaka xwe zêdetirî 20 salane ka di kîjan şert û mercan de jiyane û li rastî ti şêweyên zehemetiyan hatine ji raya giştî zanîne û got ku ji bo fêrbûna daxwazên û hêviyên gelê Wargehê yên ka ji pêvajoya çareseriya demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpê kirin çine hatine ziyaretkirina wargehê. Elçî got ku di pêvajoyekî çareseriya demokratîk a ji bo vegera wargehê çine, wê rapora ku amade bikin hem bi raya giştî re parve bikin û hem jî pêşwazî saziyên peywîndar yên hikûmetê bikin.

8 kamp guherandin

Ji hevserokên şaredariyê Mamosta Kendal got ku zêdetirî 20 salin li ser xaka xwe ji ber şert û mercên ku bûne sedema bibin penaber sîstema înkar û îmhayê a dewleta Tirke û wiha got: “ Li hemberî zûlma dewleta Tirk a dervey mirovane serî hildane û xaka xwe terikandine.” Kendal got ku pêvajoya ku gelê wargehê ê nêzî 12 hezaran ku li paş xwe hiştine di pêvajoyên cuda de bi raya giştî re parve kirine û da diyar kirin ku heya di sala 1998’an de hatin Wargeha Mexmûrê neçar mane ku 8 wargehan bigûherin. Kendal got ku di çerçeveya sîstema KCK’ê de çêkerekî sazîbûnê li gel şêweyekî rêveberiya xweser ji xwere bingeh girtine û da diyar kirin ku pirsgirêkên siyasî yên hêzên herêmê bandora xwe li ser wargehê dikin û gelek caran jî dibine sedema çêkirina astengiyan. Mamosta Kendal got ku perwerdeya bi Kurdî di sala 1995’an de destpê kiriye, ji niha de jî ji kreştan heya akademiyan li hemû saziyên perwerdeyê de azmûnbûnekî cidî, zanîst qezenc kirine û dikarin ku asta destpêkê a perwerdeya Kurdî li hemû Kurdistanê bidin.

Şertê yekemîn Azadiya Ocalan e

Berpirsê Karên Derve Polat Çelê got ku li ser xaka xwe zêdetirî 20 salane di statuay penabertiyê de dijîn û got ku; şertê yekane yê paşda vegerîna wargehê ku jê gav paşda nayê avêtin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane. Pêwistiyên wanên bingehîn ji aliyê hikûmeta herêmî, Bexda li gel Neteweyên Yekbûyî ve ji ber sedema nêzikatiyên siyasî nayên bicih kirin.
Polat Çelê got ku ji bo paşda vegerînê pêvajo û mercê heye ne destdayiye, di rewşekî ku Rêbertiya wan ne azad be de wê tikes dibin ewlehiyê de nebe. Polat da diyar kirin ku pêş 20 salan ji ber çi sedeman xaka xwe terikandine hîna jî diheman merdan de didomînin û wiha dewam kir: “Ji bo paşda vegerînê şertê me yê yekem azadiya Rêbertiya me û destpêkirina pêvajoya çareseriyê ye. Zarokên me li vir perwerdê bi Kurdî dibînin, divê di merên zagonî de ev were çêkirin. Ewlehî pirsgirêkekî giringe, cihên ku me terikandine, lê cerdevan û hêzên paramîliteran hatine bicih kirin.
Ji xwe wê tazmînata aborî û cewherî bên pêşwazî kirin, lê ev merc bê ku bangekî Rêbertî û PKK’ê hebin ti wateyekî wan tineye. Daxwazên ku bi serê xwe avakirina gundan û dayina tezmînatê ji bo paşda vegerînê nayên pejirandin. Vî gelî ji bo azadiya xwe ev çend bedel da. Divê bi azadî bijî xwe birêve bibe.”

Tenduristiya zarokan xirab e

Ji Hevserokên Şaredariyê Bêmal Çolemêrg da diyar kirin ku li ser wargehê ji ber nêzikatiyê hikûmeta herêmê zêdetirî salekiye pêwistiyên wan qut kirine, di van pêvajoyên dawî de pêwistiyên ji bo şaredariyê dihatin dayîn hatine qut kirin, di mijara tendurustiya jin û zarokan de ti alikariyek nayê kirin. Bermal ev jî gotin: “Li cihekî niştecihiya wê derdora 12 hezarî de ambulans lê nîne. Dokhtorek heye ew jî erebe û pirsgirêkên gel tenê bi navberkariya wergervan dikare bizane. Li rexmê ku zarok bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin jî, lê hîna di qadên xebatên sosyal de nînin. Ava vexwerinê ne di asta ku were vexwerin de ye, germahiya hewa û gelek nexweşiyên ji ber coxrafyayê jî derdikevin holê.”

MEXMÛR