Hikûmetên Ewropayê li hemberî girtina herî mezin a parêzeran a di dîroka Komara Tirkiyeyê de bê deng in. Baroya Parîsê bi sernava “Baroya Parîsê piştgirî dide 33 parêzerên li Stenbolê hatin girtin” û got; “Em ji rewşa hempîşeyên me yên ku hatine girtin bi guman in.
Di 26’ê mijdarê de li 16 bajarên Bakûrê Kurdistnaê û Tirkiyeyê zêdetirê 100 kesî hatin binçavkirin. Ji vana 46 jê parêzer û rojnamevanek di 25-26’ê mijdarê de derxistin pêşberê dozgeriyê. Ji parêzerên Ocalan 33 parêzer hatin girtin û 12 kesên din hatin berdan.
Her wiha, di 5’ê berfanbarê de jî parêzer Mehmet Sabir Taş hate Edliyeya Beşîktaşa Stenbolê û îfade da dozger Adnan Çîmen. Dozgeriyê piştî îfadeyê ew bi daxwaza girtinê şand 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar. Taş hate girtin û şandin girtîgeha Metrîsê. Di 8’ê berfanbarê de jî parêzerê Ocalan, Mahmût Alinak jî hate girtin.

Bang li rayedarên Tirk kir 

Baroya Parîsê ji Tirkiyeyê xwest ku beriya her tiştê mafê sazkirina komeleyekê, serbixwetiya pîşe ya parêzeran bê naskirin û mîsogerkirin.
Baroyê bang li Tirkiyeyê kir ku rêzê nîşanî “18 prensîbên sereke yên baroyên parêzeran ên ji bo pêşîlêgirtina suc û sucdaran, yên ji aliyê 8’emîn Kongreya NY’ê ve hatye qebûlkirin” bide. Li gorî van prensîban, divê ji ber van kiryarên parêzeran, parêzer bi miwekîl an jî doza muwekîlên xwe re wekhev neyê dîtin.

Ji bo baroyên Tirkiyeyê bang
Baroya Parîsê ji aliyê peywendîdar ên Tirk xwest ku dawî li “êriş, gev, çavtirsandin û zextên li ser parêzeran bîne” û wiha bang li baroyên li Tirkiyeyê kir; “Em bang li Baroyên li Tirkiyeyê dikin ku piştgirî bidin endamên xwe, serbixwetiya pîşeya xwe, azadiya xwe û yekgirtina xwe xurt bikin.”

Şampiyonê binpêkirina mafan 

Îro Tirkiye di her warî de bûye şampiyonê binpêkirinên mafê mirovan. Jimara girtiyan ji 40 hezarî bûn 130 hezar.Tundiya li ser jinê gihişt asta herî jor. Herî kêm 35 parêzer, Zêdetirê 70 rojnameva-nivîskar, 500 xwendekar, 18 şaredar, 8 jê parlementer bi sedan hilbijartî, 21 mamoste, 40 sendîkavan, bi dehan parêzvanên mafê mirovan niha girtî ne.

ANF/PARÎS