Em di demek de dilgiraniya xwe li hember wê bûyera diltezîn radigihînin û heman demî de balê dikişînin ser helwesta xwe ku çend zutir rewş bi rêya aştî û siyasî bê çareserkirin baştir e ji bo ku êdî xelkê sivîl û medenî rastî wê ziyana ku qewimî nebin. Ji ber wê careke din daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyeyê û PKK dikîn çareseriya vê rewşê de rêya guftûgo û diyalogê hilbijêrin, ji ber ku tu pirsgirêkek bi şer nayê çareserkirin.
Her wiha, em sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê dikîn û ji xwedayê mezin jî hêvîdarîn ku cihê qurbaniyan bihûşta xwe ya fireh şad bike.”
HEWLÊR
Divê zextê li Tirkiyeyê bikin
Serokê Lijnêya Mafê Mirovan yê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Salar Mahmûd xwest parazvanên mafên mirovan zorê li Tirkiyeyê bikin û hesabê tevkujiyê bipirsin. Mahmûd banga rexistînen mafê miroven netevî û navnetevî kir û got, “Em banga Çavdêriya Mafê Mirovên û Navdewletî, welatên mezin yen wek DYA, Yekitiye Evropa, Netewêyen Yekbûyî, dewleten mezin û dewletên Rojhilata Navîn dikin ku li dijî wan pekanînên dewleta Tirk bedêng nemînin. Bo ku dewleta Tirk protokolen navnetewî pek bîne erkên dikeve ser lingên wan pek bînin. Nezîkve maf û rewşa Kurdên Bakûrê Kurdistan bikin. Ji berk u mafê Kurdan û jiyana Kurdan bin têlûkedeye. Lazime zext ser deweleta Tirk zede bikin. Ji bo Kurd mafê xwe bigrin alîkar bibin. Pewîstiya çawdêrîkirinê heyê.
'Çekên qedexekirî bikartîne'
Mahmud, bibîrxist ku dewleta Tirk ev cara yekêm nîne komqûjî dike û wiha pêda çû. “Dewleta Tirk hem di nav xwe de hem jî di nav herême de bi firokêyen şêr ya xwê bi çêken qedexekirî re komkqûjiyan pek tîne. Welatiyen sivîl dikin hedef. Demek berê jî li Başûrê Kurdistan gelek welatiyen sivîl katil kir. Em bo bûyer lekolîn bikin çûn cîhen ku bombabarankirin û dît ku wan deran cekên qedexekirî hatine bikaranîn.”
Mahmûd da zanîn ku di peşveçûnen dawî de di aliyek rojnamevanên Kurd têne girtin di aliyek din jî komqûjiyen wek Şirnêx rû didin û wiha direjî da axaftina xwe. “Di pêşveçûnen dawî de komêk rojnamevan û çalakwanên siyasî hatin girtin û beramberê wê yekê di aliyek din jî çen bûyeren dijî mafê mirovan rû didin. Wêk bûyerên ku duh şêv kevîmî û dehan welatiyen Kurd hatin şehîxistin. Em gavên û pekanînen dijî mafê mirovan qabûl nakin û napêjirînin. Bang dikin ku dewleta Tirk rêbazên tûndî tijî na bi rebazên aştî û diyalogê esas bigre. Em jî piştgirî didin çarasêriyekê aştiyanê, demokratîk û bi şêref re”
Mahmûd da zanîn ku lazimê AKP ji pêşvêçûnên Rojhilata Navîn ders derxe û got, “Li Tirkiye zagonekê demokratîk nîne û her tim kanûne ku heyê zext ser gelan zede dikin. Demek niqaşên demokrasî û aştiye hatin kirin le mixabin demen borî de me dît ku hinêk alozî di nav Tirkiyê ye de rû dan. Em dibînin ku rayadarên dewleta Tirk di aliyek qala demokrasî û aştiye dikin le di aliyek din jî dijî Kurdan niqaşên pir tûnd peş dixin. Bi zimanê tûnd diaxifin. Ev axaftina wan ne têne dijî gele Kurd dijî berjêvendiya hemû gele Tirk jî encam didin” Mahmûd anî ziman ku heta AKP û Erdogan bo mafê mirovan ye Suriyê û dewletên din hîşyarî dike bila pêşî xwe hişyar bibe wiha axaftina xwe bidawîkir. ”Rêz li mafê mirovan bigre.bo pêşxistina demokrasî û aştiye kar bike ku ser lingan bimîne. Em dûbarê dibejin ku ev bûyerê ku rû dayê bûyerêk dijî kanûn, pîvan û prensîba navxweyî û navnetewiye. Bila baş bizanibe ku rêbazên demokrasî û aştiyê peda çî çaraserî bo pirsgerekê kurt gûncaw nîne û pirsgereka he zedê kûr dike. Êdî carekê doza Kurd derketiye dîqê lazimê bê çareserkirin”
DÎHA/HEWLÊR