Îro Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û bipêşxistina berxwedana neteweyî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de Hevserokê Tevgera Azadî, Mihemed Ebdullah axivî û got, “Dewleta Tirk, DAIŞ di himbêza xwe de mezin kir. DAIŞ bi avayekî hovane li dijî gelê Kurd li Kobanê, Şengal, Mexmûr û Kerkûkê sekinî. Dewleta Tirk nêzî salekê ye hêzên xwe yên dagirker xistine Başûrê Kurdistanê û herêma derdora Mûsilê. Di bin navê alîkarîdayînê de baregehên xwe li herêmê bi cih kirine.”

Armanc dagirkirina Şengalê ye

Mihemed Ebdullah di dewama axaftina xwe de got, “Ne wê demê û ne jî niha kes hebûna hêzên Tirk li Başîka û Başûrê Kurdistanê qebûl nake. Di bin navê desteka ji hêzên tevlî operasyona Mûsilê dibin, dixwaze alozî û nakokiyan bixe nava mezheb û neteweyên li Iraqê. Her wiha dixwaze dagirkeriya xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê zêde bike. Dixwaze armanca dewleta Osmanî ya ku Mûsilê vegerîne ser welatê xwe, pêk bîne.”

Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê behsa armancên hatina hêzên Tirk kir û wiha pêde çû, “Dewleta Tirk di bin navê operasyona Mûsilê de hinke armancên wê yê sereke yên dagirkeriyê hene. Bi taybet dixwaze Şengalê dagir bike û dest bavêje şoreşa Rojava. Di heman demê de Kerkûkê dagir bike û destketiyên Başûrê Kurdistanê tine bike. Ti alî vê yekê qebûl nakin.”

 Fermandariya hevbeş

Ebdullah her wiha bang li hemû aliyên Kurdistanî kir ku çawa li dijî DAIŞ’ê bûne yek pêwîst e li dijî dewleta Tirk jî xwedî yek helwest bin û got: “Çawa gerîla, pêşmerge û şervanan di eniyekê de şer kir û serketinên mezin bidest xistin, îro pêwîst e bi heman ruh, hêz û îradeyê jî em bi hev re di operasyona Mûsilê de li dijî DAIŞ’ê bisekinin. Divê em di bin fermandariyeke hevbeş de bên gel hev. Pêwîst e em bi çalakiyên girseyî li dijî dagirkeriya Tirk li Kurdistanê bisekinin û wan ji welatê xwe derxin.”


 SILÊMANÎ