Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê ya li Rojava, da zanîn ku balafirên ku gundê Til Elo bombebaran kirî ji Başûrê Kurdistanê rabûn û piştî bombebaranê dîsa vegeriyan Başûr û hikûmeta PDK′ê weke berpirsa vê destwerdanê bi nav kir.

Balafirên ku li gorî texmînan ên Tirkiyeyê ne, di 3′yê Çile de ji aliyê bajarokê Til Koçer (Rebîe) ê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê li asîmanê Rojavayê Kurdistanê geriyan, gelek herêm li derdora gundê Til Elo yê li bejahiya bajarokê Çilaxa yê Kantona Cizîrê bombebaran kirin û piştî bombebaranê vegeriyan aliyê jê hatî, ango Başûrê Kurdistanê. Li ser vê mijarê, Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê dest bi lêpirsînan kir û daxuyaniyek da raya giştî.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk projeyên hêzên derve têk birin

Desteyê îşaret bi serketinên hêzên Demokratîk kir û got, wan "Proje û planên hêzên derve têk birin. Rizgarkirina Reqayê girîngtirîn navendên çeteyên DAIŞ′ê siyasetên van hêzan serûbinî hev kir û projeyên derxistina tevlîheviyan di navbera pêkhateyên herêmê de pûç kirin."

Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê da zanîn ku wê derbarê bûyera bombebarana herêmên li derdorê gundê Til Elo de lêpirsîn daye destpêkirin û encama lêpirsînan jî wiha eşkere kir:

Ji Başûrê Kurdistanê hatin

"Balafirên ku herêmên li derdora gundê Til Elo bombebaran kirin ji Başûrê Kurdistanê hatin, nuqteyên nêzî vî gundî hedef girtin. Piştî bombebaranê balefir dîsa vegeriyan Başûrê Kurdistanê, lê nehat zanîn ka ew balafir girêdayî kê ne. Ev destwerdan binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û nîşaneya dijminatiya bi serketinên hêzên demokratîk û fikrê azad re ye. Em pêşwazîkirina van balafiran ji aliyê hikûmeta PDK′ê ve şermezar dikin, ev yek xizmeta dijminên gelê me dike. Hikûmeta PDK′ê berpirsa vê yekê ye. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bibe xwedî helwêst, her wiha em bang li hêzên Kurdistanî jî dikin ku li hemberî van destwerdanan rawestin.

Wek Desteya Parastinê em li ser soza xwe ne, em ê li hemberî hemû dijminane hemû pêkhateyên civaka xwe û axa biparêzin." 


 NAVENDA NÛÇEYAN