Kurdên li Herêma Federala Kurdistan dijîn, rewşa Kurdên li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê û polîtîkayên Hikûmeta AKP’ê ya li dijî Kurdan nirxandin. Xelkê li başûr, li dijî astengkirina hevdîtinên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li hemberî gelê Kurd yê AKP´ê nerazîbûn nîşan dan.
Azadî mafê hemû gelan e
Cigîre Şaredariya Rewanduzê Kakil Şemsedîn, diyar kir ku helwesta dewleta Tirk ya li dijî Kurdan li dijî mirovahiye ye û naye qabûl kirin. Şemsedîn, anî ziman ku pêkanînên li hemberî Kurdan tên kirin li dijî hemû mirovahiyê ye. Şemsedîn, diyarkir ku mafe hemû netewa weke hev e û azadî mafê hemû netewan û gelê Kurd. Şemsedîn got, "Tirkiye zilm û bin perdeya Îslamiyetê ve zilim li Kurdan tên kirin.
Li dijî zextan banga piştgiriyê
Rojnamevan Hesen Tarîq jî, diyar kir ku pekanîn û planên dewleta Tirk ya li hemberî Kurdan bi kuştin, girtin, binçavkirin îşkenceyê berdewam dike. Tarîq li hemberî zextan banga piştgiriyê kir û wiha got: “Ev kiryarên dewleta Tirk ya li dijî Kurdan û pêkanînên li hemberî Birêz Ocalan nîşan dide ku li Tirkiyeyê mafe mirovan û demokrasî tune ye. Em van pêkanînên dewleta Tirk weke li hemberî hemû Kurdan qebûl dikin." Tarîq, bal kişand ser berxwedana Kurdan ya li dijî van pêkanîn û wiha pedê çû: “Kurdên li bakûr berxwedanek pîroz derxistin holê. Wê Kurd mafên xwe dest bexin û azad bibin. Ji ber ku berxwedana wan berdewam dike. Divê hemû Kurd piştgirî bidin hev.”
´Bi tecrîdê dijminahî tê kirin´
Şaredarê Rewanduze Îsa Mihemed jî diyarkir ku divê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistan jî alîkarî bide Kurdên li bakûr dijîn. Ezîz diyarkir kir ku dijminahiya dewleta Tirk ya li dijî gele Kurd û tecrîda li ser Ocalan rewşekî zehmet dertexê holê û weha axivî: "Dewlet naxawaze peyamên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihejê gel. Li Tirkiyeyê li hemberê Kurdan û Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dijminatî heye. Destur nadin ku bi parezerê xwe re hevdîtin pêk bînê. Bi ve yeke peyamên Ocalan yên ji bo gelê Kurd asteng dikin. Ji ber ku li Bakûrê Kurdistanê şer heye divê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistan jî alîkarî bide gelê Kurd û ji bo çareseriyê bikeve nav hewldanan.”
´Tecrîd naye qebûlkirin´
Rojnamevan Bextiyar Sebah jî diyar kir ku Kurd dixwazin bi mafên xwe, wekî xwendin, siyasî netew bijîn lê her roj li hemberê mafên gelê Kurd zext û zordarî tê meşandin. Sebah, da zanîn ku her ku diçe dewleta Tirk operasyonan dimeşîne û hevdîtinên Ocalan asteng dike. Sebah got,"Hevdîtin mafekî mirovahiyê ye û divê destûr were dayîn. Astengkirina hevdîtinên Ocalan bê ehlaqiyê û naye qebûlkirin. Em dixwazin ev astengkirin ji holê bên rakirin. “
Banga çareseriyê
Berpirsyarê Pirtûkxaneya Rewanduzê Salîh Mehmed jî, got polîtîkayên dewleta Tirk ya li dijî Kurdan xeter e û li Tirkiye 25 mîlyon Kurd dijîn lê tu mafên wan tune ye. Mehmed wiha pedê çû: “Li Başûrê Kurdistanê 4-5 mîlyon Kurd hêne û azad dijîn. Lê Li bakûrê Kurdistanê navê Kurdan û zimanên wan qedexe ye. Dewleta Tirk li bakûrê Kurdistanê kuştinan pêk tîne û dibejê ku ez van tiştan li hemberê PKK’ê dikim. Ev êrîşên dewleta Tirk li dijî Kurdên çar parçeyê Kurdistane ye. Naxwazin navê Kurdan bînin ziman û bi navê PKK’ê Kurdan dikujin. Li ser navê têkoşîna li dijî terorê zilmê li Kurdan dike. Helbet wê Kurd bigihejin mafe xwe.”
Mehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Ocalan, şer û zextên li dijî Kurdan nikare aramî û çareseriyî biafirîne û xwest êdî dev ji van rêbazan berde.
DÎHA/DIYANA