Du endamên Language Academy (Akademiya Ziman - LA), a Fakulteya Zanistên Civakî û Insanî ya Universiti Teknologi Malaysia (UTM), Ghazali Bin Bunari û Awis Rumaisya binti Azizan, çûn Zanîngeha Qaiwan a Silêmanî ya li Herêma Başûrê Kurdistanê. Di navbera 5 û 10 Sibatê de wan hevdîtin kirin. Ji Midûra Beşa Zimanê Ingilîzî ya  Zanîngeha Qaiwan Doçent Dr. Norazman Bin Abdul Majid, û endamên din ên heman beşê heyeta ji Malezyayê pêşwaîz kir.

Armanca sereke ya serdanê ew e ku bernameyeke xurt a Ingilîzî ji koma yekem a xwendekarên Zanîngeha Qaiwanê re amade bikin bi navê Intensive English Program – Transnational Education (IEP-TNE), Zanîngeha Qaiwan ku yekem kampûsa li derveyî Malezyayê ya UTM ye. Axir bername wê bi testa Online  Testa Devkî were xurtkirin. Ev test jî bi navenda bi kompûteran a li Zanîngeha Qaiwan mumkin e. Herçî testa devkî ye bi komî bi guftûgoya xwendekarn tê kirin û ji xwendekaran tê xwestin ku behremendiya xwe ya axaftinê di guftûgoyan de îsbat bikin. Her du tes jî wê li gorî pîvanên giştî ên Ewrûpî ku bi kurteya CEFR tê nasîn be.

Bi giştî 66 xwendekar beşdarî testan bûn û li gorî CEFR´ê jî di asta B2 de bûn yan jî ji vê astê çêtir bûn. Herçî B1 û di bin re bûn, divê hîna dersên IEP di sê modulan de li pey xwe bihêlin.

Çav li rê ye ev bername û hevkarî bike ku asta xwendekarên beşa ziman bigihîje ya navneteweyî.

 

SILÊMANÎ