Parlamenterên Herêma Kurdistanê ji bo azadiya parlamenterên HDP’ê kampanyayek dan destpêkirin û wiha ragihandin; “Ji bo aşitî û demokrasî li Tirkiyê pêk were pêwîst e parlamenter bên berdan.” 

Doh li ber Ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê, bi tevlîbûna 5 komên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê kampanyayeke komkirina îmzeyên parlamenteran ji bo azadiya parlamenterên HDP’ê hat destpêkirin.

Kampanya ku bi daxuyaniyek çapemeniyê hat destpêkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de parlamenter Salar Mehmud ku axivî, wiha got; “Armanca me ya di vê kampanyayê de çend tiştin. Yekem weke erkekî hevpîşeyî û hevrêyî daxwaza azadiya parlamenterên HDP’ê dikin. Duyem jî em dibêjin bi bê azadkirina parlamenter û xebata demokratîk li Trikiyê demokrasî pêknayê. Sêyem jî dema li Tirkiyê demokrasî heme wê demê wê Herêma Kurdistanê jî bikare peywendiyek baş li gel çêbike. Em daxwaz ji Parlamentoya Ewropa, Yekîtiya Parlamenterên Cîhanê, welatên bihêz ên cîhanê, hikûmeta herêmê û aliyên Kurd dikin ku alîkarî bikin pirsgirêka Kurd bi şêweyekî demokratîk û bi rêya Parlamentoya Tirkiyê bê çareserkirin.”  n SILÊMANÎ