
Aksoy, di pêşnûmeya ku amade kir de, destnîşan dike ku ji ber ku rêveberiyên herêmî piştgirî didin mafên çandî û ji ber ku piştgirî didin projeyên çandî yên ji bo zimanê Kurdî û zimanên Ermenî, Suryanî û Erebî, lêpirsîn li wana hatine destpêkirin. Askoy, got ku îfadeyên şaredar û xebatkarên şaredariyan ji aliyê mifetîşên Wezareta Navxweyî tê wergirtin û daxwaz dike ku madeya 222’emîn were rakirin. Di hinceta pêşnûmeya qanûnê de wiha tê gotin; “Zanîna zimanê xwe yê zikmakî, têgihiştin, guhdarkirin, karanîn û parastin mafê herî xwezayî yên mirovan e…”
ANF/ENQERE