Di nameya ku bi gotina sekreterê giştî yê NY Birêz Ban Kî Moon destpê dike de wiha tê gotin:”Ev name, ji bo em guman û pêşniyarên xwe yên li ser krîza heyî ya Sûriyeyê ku bandoreke kûr li Rojhilata Navîn û civîna Cenevre-2 ya di 22’ê Çileyê de bê lidarxistin dike, hatiye nivîsandin. Baş tê zanîn ku pevçûnên piranî yên di navbera komên mûxalîf ên li Sûriyeyê, dibin sedem ku bêaramî mezin bibe û gelên Sûriyeyê ji hev qut bibe, ku ceribandina vê qutbûnê gelekî zehmet e. Heta niha li Sûriyeyê Ereb, Kurd, Suryanî, Durzî, Elewî, Sunnî, Xiristiyan û gelek nasnameyên din nekarîn xwe bi awayekî azad îfade bikin. Di dema rejîma Baasê de ti nêrîn, çand an jî şêweya jiyanê firsend nedîtin ku xwe bi pêş bixin. Bihara Ereb, ji bo Sûriye bibe welatekî demokratîktir, şensek bû. Gelek Sûriyeyiyan bawer kirin ku bi guhertinên werin jiyîn re wê her kesên li Sûriyeyê dijîn azad bibin. Di rewşeke ku gelê Sûriyeyê ji bo raperînê amade bû û li hêviya şoreşê bû de, destwerdanên derve yên ne rasteqîn, zerarên cidî dan ruhê şoreşger ê demokrasiya Sûriyeyê.”
BRUKSEL