Serokê Berê yê Komîsyona Dadê û senator rûmetê Dubié, ji Serokwezîrê Tirk Erdogan re nameyek şand û di nameyê de xwest ku gora komî ya di gerîlayên PKK’ê yên di sala 1997 de jiyana xwe ji dest ku Alî Yildiz jî di nav de ye were vekirin.
Di nîsana 1997’ê de li Çemîzgezeka Dêrsimê 24 gerîlayan di şerek de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên her 24 gerîlayan di goreke komî de hate veşartin. Ji bo vekirina vê gorê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Herî dawî malbata gerîla Alî Yildiz dest bi greva birçîbûnê kir.
Siyasetmedarê navdar ê Belçîkayê Josy Dubié di nameya xwe ya ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re de ev bang li Erdogan kir: “Birêz Serokwezîr, ji ber ku hûn li hemberî greva birçîbûnê ya ku malbata bê çare ya Alî Yildiz, ji bo cenazeyê kurê xwe daye destpêkirin, bê helwest in, dixwazim xemgîniya xwe bi we re parve bikim.
Ez di wê baweriyê de me; ger ji bo kesên bûne mexdûrên vê dema tarî û trajedîk, riyên dadê were vekirin, xeletiyên ku berê hatine kirin werin qebûlkirin, wê welatê we serbilind bike. Ji bo vê daxwaza rewa ya vê malbatê divê hûn hewldanek bikin. Wê ev yek Belçîka û qada navnetewî keyfxweş bike.”
Alîkarê berê yê Serokê Peywendiyên Derve Josy Dubié ku di demekê de Serokatiya Komîsyona Dadê jî kir, bi salan e di nava partiya Keskan Ecolo de cih digirt. Dubié di mijdara sala par de, bi hinceta ji çepgiran dûr ketine, ji partiya xwe îstîfa kir. Dubié bi tekoşîna xwe ya civakî tê nasîn.

 BRÛKSEL




Gor dê roja înê bê vekirin


Hate zanîn ku dê gora komî ya aydî 24 endamên PKK'ê yên 14 sal berê li navçeya Çemîşgezekê ya Dêrsimê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabûn û bi komî hatibûn definkirin dê roja înê bê vekirin. Birayê endamê PKK'ê Huseyin Yildiz Alî Yildiz bi boneya gora komî bê vekirin dest bi gireva birçîbûnê kiribû û çalakiya wî bi encam bû. Parêzerê Yildiz Taylan Tanay diyar kir ku bi telefonê li Serdozgerê Komarê yê Meletiyê geriya ye û dozger anîye ziman ku dê gorê di 12'ê tebaxê roja înê vekin. Dê di vekirina gorê de nûnerên ÇHD, Komeleya Pisporên Saziya Tipa Edlî, (ATUD) û nûnerên parazvanên mafên mirovan jî cih bigirin.

DÊRSIM