Rojnamevan û lêkolîner li zanîngeha Munîxê, Kerem Schamberger, ku li Elmanyayê ji rojnamevanên navdar tê qebûlkirin, kete ber lêpirsînekê bi fermana dozgeriya Elman a Munchenê. Dozgeriyê di fermana lêgerîna malê de jî eşkere dike ka sedema lêpirsînê çi ye; sedem sosretek e ku pê tê îdîakirin ku nîşandana al û sembolên YPG/YPJ û PYD´ê di çarçoveya qedexeya çalakiyên PKK´ê li Elmanyayê de qedexe ye.

Kerem Schamberger ê 31 salî û nîv Tirk û nîv Elman, bi xwe di ser medyaya civakî re belav kir ku polîs li mala wî lêgerînê bi rê ve dibin, weke sedem jî gotine ew di karê xwe yê rojnamevaniyê de dema behsa Kurdistanê dike di ser medyaya civakî re al û sembolên YPG/YPJ û PYD´ê nîşan dide.



Polîsa nijadperesta Tirk jî hebû

Kerem Schamberger hem ji rojnameya me re û hem jî di ser hesabên xwe yên medyaya civakî re par vekir ku telefona wî ya destan, Laptopa wî û bîrên-USB hatine desteserkirin. 

Lê ji sosretan ya mezin ew bû ku 5 polîsên çekdar lêgerîn bi rê ve biriye û ji van didu Tirk in. Heta yek ji wan polîseke jin e ku bi fikrên xwe yên neteweperestiya Tirk tê naskirin.

Polîs ji bo lêgerînê pêk bîne doh serê sibehêî saet 6´an bi ser mala Schambeger de digire. Di lêgerînê de bikaranîna polîsên Tirk weke çavtirsandinê ji aliyê gelek kesan vê tê nirxandin.


Facebook jî hevkarê sansûrê ye

Di vî warê qedexeyê de dewleta Elman ne tenê ye, Schamberger beriya bi çendekî da bû zanîn ku ji kesên wî li ser Facebookê dişopînin, ji ber sansûra Facebookê bi xwe, her roj di navbera 100-200 hesab kêm dibûn. Piştre fêr bûye ku sedem ew e Facebook hesaban jê dibe. Di encama rexnekirineke dijwar a li Facebookê, ji bo çend rojekî ev jêbirina hesaban kêm bû, û heta du rojan zêde bû. Lê Facebook li karê xwe yê berê vegeriya û dîsa dest bi jêbirina hesaban kir ji ber parvekirina wêneyên li ser wan Ocalan, ala û sembolên YPG/YPJ û PYD hene.


Heta niha li dijî 190 kesî lêpirsîn hatiye destpêkirin

Polîsê Elman li eyaleta Bayernê û nexasim jî li bajarê Munîxê bi qasî ku eşkere bûye ji ber heman sedemê li dijî 190 kesan lêpirsîn daye destpêkirin. Ya ecêb jî di vê meseleyê de ew e ku ti gilî li dijî Kerem Schamberger nehatine kirin û bi biryara dozgeriyê lêpirsîn û lêgerîna mala Schamberger hatiye kirin. Di sedema dozgeriyê de çar wêneyên Schamberger parvekirî hene, di yekî ji van de du şervan û alaya YPJ xuya dikin. Piştî serketina QSD´ê li Reqayê van hefteyên bihurî bi milyonan kesî wêneyên wisa parve kirin; lê diyar e ku ji bo dozgeriya Munîxê ev sedeme ku lêpirsîn ji ber binpêkirina qanûna komeleyan bê vekirin. Ev binpêkirina qanûna komeleyan jî tenê îşaret bi bi biryara wezareta karê hundir a Elmanyayê qedexekirina karûbarên PKK´ê ya sala 1993´yan dike. Tebaxa bihurê jî ji ber heman sedemê li Munîxê polîs bi ser malan de girtibû û lêgerîn pêk anîbû. 


Bi destê dewleta Elman berjewendiyên AKP´ê

Schamberger bi xwe lêkolînerek e li zanîngeha Munîxê di beşa Zanistê Ragihandinê û Çapemeniyê de û rojnamevan e; tevî ku tercîh dike xwe weke “çalakgerê siyasî” û “nûçegihanê siyasî” bi nav bike.

Schamberg beriya niha bi parvekirina wêneyên bi al û sembolên YPG/YPJ û PYD´ê dida zanîn ku ew xwe ji lêpirsîneke dozgeriyê venade û dixwaze bi lêpirsîn û dozeke pê ve girêdayî nîşan bide ka “ev qedexe çiqasî weke henekan in” û her wiha nîşan bide ka Dewleta Elman çawa dibe maşika berjewendiyên dewleta Tirk û Dîktatoriya AKP´ê li Elmanyayê.