
Ligel van hemû pêkanînan gundên di navbera Şemzînan û Herêma Federal a Kurdistanê de dimînin rastî ambargoya zad tên. Kesên dixwazin ji navçeyê torbekî ar û qutiyekî biskuviyan bibin gund ji wan fature tê xwestin, bazirganiya sînor bi temamî hatiye rakirin, ziyaretên ximan tên astengkirin û derketina gundiyên li sîron hatiye qedexekirin. Gotinên dê "Deriyê sînor ê Rubarokê bê vekirin" ji welatiyên herêmê re weke trajîkomîk tê.
Çekên giran li herêmê bicîh kirine
Yekîneyên leşkeriyê di sala 2012'an de li qada 5 mehan di bin kontrola HPG'ê de mayî hemû hewcehiyên xwe ji gundiyan pêk anîn û nivistanê jî li hemberî gundiyan ambargoyê pêk tînin. Tê gotin ku di lêgerînên riyan de lêgerînekî dijwar pêk tê û polîtîkayên zextan li ser gelê herêmê tê meşandin. Di navbera Şemzînan û Rubarokê de 7 nokteyên kontrolê hatin danîn û bi vê yekê welatiyên tên navçeyê rojê 2 caran di lêgerînan re derbas dibin. Hate hînbûn ku di meha dawî de ji qereqolên sînor re gelek leşkera hatin sewqkirin û ligel vê yekê gelek çekên giran ên weke top li sînor hatin bicihkirin. Welatiyên li herêmê dijîn diyar kirin ku bi herêma tampon a pêk tînin dibe ku operasyonekî bejayî pêk bînin.
'HPG'ê noqteyên kontrolê rakiribûn'
Esnafê bi navê Ceyhan Demîrel, diyar kir ku pêkanînên leşkeran esnaf û gundiyan hedef digire û wiha got: "Me weke esnafên Şemzînan par ji ber HPG'ê li herêmê hakîmbû bi awayekî rehat me erzaq dişandin Rubarok û gundên derdorê. Ji ber ku nokteyên kontrolê yên leşkeran hatibûn rakirin. Welatiyên me rehet bibin. Piştî HPG ji herêmê derket gelek leşker lê hatin bicihkirin. Nokteyên kontrolê hatin danîn. Li herêmê rewşekî şer heye. Lê ev şer yek aliye. Gel niha mexdur e. Welatiyê li vir weke welatiyên li rojava erzaqên xwe rojane nakirin. Kontrolên riyan û riyên bi zanebûn neyên vekirin gel her tim mexdur dike."
Kesê bi navê H. Faîk Çelîk ê ku li gundê Bêgirtê dijî têkildarî pirsgirêkên jiyîn de ev agahî dan: "Di dema pevçûnan de em mexdur bûn. Gelê me muhacîrbû. Me xwe li malên kesên din spart û piştî mehên zivistanê em carek din vegeriyan gundê xwe. Lê em ji zivistanê re tu amadekarî nekirin. Havînê zeviyên me bêxwedî mabûn. Ji ber bombeyên avêtên derdora gund û bombebaran balafirên şer hemû bax û baxçeyên me hatin asta neyên bikaranîn. Em bi zorê canê xwe xilas kir. Dema em koçberbûn em sewalên xwe jî bi xwe re birin Şemzînan. Lê ji bo xwedîkirinê me tu cih peyda nekir. Me piranî sewalên xwe firotin. Sewalên me yê mayîn jî ji ber biçîbûnê mirarbûn. Rayedarên dewletê hatin zirarên me tesbît kirin. Lê piştî demek dirêj bi ser de borî qeymeqam ji me re teblîgata zirarên me nadin şand."
'Bedelê valakirina gund 450 lîra'
Kesê bi navê Zekî Kaplan ê ku li mezraya Nêrkûleyê dijî jî diyar kir ku bi fermana qeymeqam û rayedarên leşkeran gund valakirin û wiha got: "Dema me gundê xwe vala kir me tu tiştê xwe bi xwe re nebir. Em çûn cem xizmên xwe yên Şemzînan û Rubarokê. Ji aliyê qeymeqamtiyê ve 450 lîra pere alîkarî dan me. Lê zirara me ya sewal û baxçeyan herî kêm 50 hezar e. Me ji bo zivistanê tu amadekariyên xwe nekirin. Dewletê em gelek mexdur kirin. Zirarên me yên par qeymeqam û leşkeran tesbîtkirin hate aşkerakirin. Li gorî daxuyaniya dayîn li gund zirar çênebûye. Gundên me hatin valakirin û bombeberanankirin lê tu zirara wê çênebûye. Dewletê berê em ji gund derxistin û mexdur kirin pişt re gotin 'tu pirsgirêk tuneye' dibêjin."
Ya pêdivî pê heyî hatiye kirin'
Rayedarên Qeymeqamtiya Şemzînan jî têkildarî mijdarê de agahiyên berfireh nedan û anîn ziman têkildarî herêmê de yên pêdivî pê heyî kirin.
Mirovên li herêma Oremar û gundên derdorê yên navçeya Geverê ya Colemerêg jî rastî gelek zext û zordariyan tên. Welatî dema ku diçûn gundan li qereqolan tên sekinandin. Welatî dema diçin Oreman li Qerqola Şitazin tên sekinandin û piştî pirsên xizmên wan li wir hene an na dipirsin û pişt re wan agahiyan didin Qereqola Oremar. Heta bersiv ji qereqolê tên welatî li ber qereqolê tên sekinandin. Heke bersivekî erenî bê dayîn gundî derbasî gund dibin. Welatiyên erzaqên bi xwe re dibin tên qeydkirin. Welatiyekî yê nexwast navê xwe bide îdîa kir ku li dibistanê pevçûnên par û perwerdehiyên girêdana dewletê didin zarokên wan.
DÎHA/COLEMÊRG