Gelek teyr û tilûrên kovî ji ber nêçîrê zirareke mezin dibînin. Lê nêçîr tenê wan nakuje, balmeyên tivingan ku li pey nêçîrê li hawîrdorê belav dibin, dibin sedema bijehrêketina gelek teyr û tilûrên kêm dîtî, nexasim jî cinsên werdekan ên kêm û ferxên wan. Li Ingilistanê bi tenê, li gorî texmîna pisporan hejmara teyrên ji ber balmeyan û risasa jê tên çêkirin bi jehrî dikevin digihîje 400 hezarî û bêhtirî 100 hezarî ji wan jî dimirin. Li gorî pisporan qederê 600 hezar nêçîrvanî li Ingilistanê diçin nêçîrê û balbeyên ew li pey xwe li hawîrdorê dihêlin jî rê li ber vê rêjeya zêde a jehrîkirinê vedike. LONDON