Li bin surhên dîrokî yên Amedê bi boneya "Baxçeyê Gel" şantiyeyeke din jî hat avakirin. Ji ber liv û tevgera makîneyên kar ên giran, aliyê bedenê yê li rojhilat, bi qasî 2 metreyan ket.

Navçeya Sûrê ya Amedê di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cihanê ya UNESCO'yê de ye. Lê belê niha surhên dîrokî û Geliyê Dîcleyê tên texrîbkirin. Ji ber projeya "Geliyê Dîcleyê ya Qada Rekreasyonê" ya Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, zirar li sîstema ekolojîk bûbû û li ser vê, heyetek ji UNESCO'yê hatibû û lêkolîn kiribûn, Piştî lêkolînan, xebatên ji bo projeyê hatibûn rawestandin. Paşê Dadgeha Îdarî ya 1'ê ya Amedê projeya navbirî betal kiribû. Lê niha ji bo "Baxçeyên Gel" ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ji bo hilbijartinê soza çêkirina wan dabû, makîneyên karî yên giran li dora sûran dest bi kar kir. Ji ber vê li ber aliyê bedenê yê li rojhilat, şantiyeyek hat avakirin. Ji ber şantiyeyê surh bi qasî 2 metreyan ketin.

 

MA / AMED