HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS/GERMIYAN
Zextên li ser rojnamevanên herêma Kurdistanê dewam dikin. Rojnamevanên herêma Germiyanê nerazîbûna xwe anîn ziman. Nûçegihanên Rojnewsê Zûbêr Biradostî ev 50 roj in û Biryar Mihemed jî ev 20 roj in ji aliyê asayîşa ser bi PDK’ê ve hatine girtin, çarenûsa wan nediyar e, û destûr nayê dayîn parêzer û malbat hevdîtinê li gel wan bike. Têkildarî girtina herdu nûçegihanan rojnamevanên herêma Germiyanê axivîn. Rojnamevan Elî Hisên got; “Binçavkirina nûçegihanên Rojnews’ê binpêkirina qanûna rojnamegeriye li Herêma Kurdistanê, her wiha bêrêziya dezgehên ewlehiya Herêma Kurdistanê ya li beramberî vê qanûne ye. Ji bo wê divê li gorî qanûna rojnamevanî nêzî nûçegihanên Rojnews’ê bibin, ne bi xwesteka hêzên ewlehiyê nêz bibin.”
Di bin gef û êrişan de ne
Rojnamevan Şermîn Elî jî got: Dema dezgehek yan jî rojnamevanek bixwaze karê xwe bike û perde li ser xirabî, gendelî û kêmaniyên desthilatê rake, bê guman berdêlên giran didin. Mînaka vê yekê jî şehîdên pênûsê û bi domdarî girtina rojnamevanan ji ber van sedeman in. Astengiyên ji karmendên Rojnews’ê re tên derxistin jî di vê çarçoveyê de ye. Hikûmet naxwaze medyayek hebe bi rast û duristî kar bike û kêmasiyên hikûmetê eşkere bike. Ev kiryarên deshilatê vê yekê piştrast dikin ku Başûrê Kurdistanê ne guncawe ji bo karê rojnamevanî û azadiya çapemeniyê. Çapemeni her tim di bin gef û êrişan de ye.”
Helwêstê nîşan bidin
Rojnamevan Newzad Fuad jî wiha axivî; “Di vê qonaxa hestiyar de êrişên li dijî rojnamevanan nayên qebûlkirin. Lazim e ku em li gorî daxwaza dijmînê xwe tevnegerin. Wek mînak dema merasîma sondxwarina Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî jî helwestên bi vî rengî nîşan dan. Li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker rê nehat dayîn nûçegihanê Rojnewsê merasîmê bişopîne. Niha erkê azadîxwazan hemûyane li dijî van kiryaran helwest nîşan bidin û rê nedin dengên azad werin bêdengkirin.