HERÊM QADIR ROJNEWS/HELEBCE

Kakayiyên li herêma Helebceyê, ji ber bê derfetiyê dev ji sê gundên xwe berdan. Gundên Hawar, Deretwê û Hawarekon ku 300 niştecihê wê hene ji ber xizmeta tendûrîstî, tinebûna dibistan û avê dev ji gundên xwe berdan.

Xelkê gundê Haware Şikar Cebar  li ser mijarê peyivî û got, “Sedama valakirina gund bê derfetiya pêwîstiyên jiyanê ye. Heta niha ji bo gund ti xizmet nehatiye kirin. Riyên gund xirabe ne. Li gund dibistan, navendên tendûristiyê tine ne. Xetên telefon û înternetê nehatine çêkirin.

Em nikarin debara xwe bikin

   

Şêniyê bi navê Firya Bawe Welî jî got, “Ji ber ku rêyên gundan xirabe ne, karmend nikarin herin ser kar. Ji ber ku av tine, em nikarin bax û baxçeyên xwe biçînin da ku debara xwe bikin.

Pirsgirêk qirîza aborî ye

   

Li ser heman mijarê rêveberê navçeya Sirwan Hemin Heme Hisên, jî got, “Ji ber ku xizmet ji gundên re çênedibûn, em neçar man gundan vala bikin. Hewldanên me çêbûn lê ji ber qrîza aborî, me nekarî em pisgirêkan çareser bikin.