Piştî erdheja şeva 25’ê Mijdarê, heta niha zêdetirî 200 caran erdhejên biçûk li Kirmaşanê pêk hatin. Niştecihên bajêr ji tirsa dîsa çêbûna erdhejê, li derve dimînin.
Şeva 25’ê Mijdarê li Kirmaşanê bi şideta 6.4´an erd hejiya. Erdhej li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê, Îran, Başûrê Kurdistanê, Iraq û Kuwêytê hate hîskirin. Navenda erdhejê jî di navbera bajarê Serpêl Zehaw, Geylan û Qesrî Şîrîn de bû.
Par jî erdhejek bi hêz li bajarê Kirmaşanê pêk hatibû, bi sedan welatiyî jiyana xwe ji dest dabû û qederê 10 hezar kesî jî birîndar bûbûn. Gelek malbat bêmal mabûn û ji neçariyê koçber bûbûn. Hîna gelek mexdûrên wê erdhejê di bin konan de dimînin. Dewleta Îranê wê demê soz dabû ku wê bi kesên mexdûr re bibe alîkar û cihên xira bûne ji nû ve ava bike, lê heta niha dewletê sozên dayî mexdûran, bi cîh neanîne.
Ji par ve di bin konan de ne
Gelek ji niştecihên Serpêl Zehaw ji par ve di bin konan de li ber germa havînê û sermaya zivistanê jiyana xwe didomînin. Hinek malbatan bi derfetên xwe xaniyên xwe careke din ava kiribûn, vê carê jî ji tirsa erdheja şeva 25’ê Mijdarê, nikarin di malên xwe de bimînin. Malbat bi şev û roj tevî sermaya zivistanê, di binê konanan de dimînin.
Li gundan ev rewş hîn xirabtir e. Li gundan ne elektrîk, ne jî gaz heye, ji bo xwe ji sermaya zivistanê biparêzin. Her wiha ava vexwarinê jî qut bûye, bi tankan av diçe ji gundan re. Gundî di nava gelek zehmetiyan de jiyana xwe ya rojane dewam dikin.
KIRMAŞAN