Artêşa Tirk li herêma Biradostê destûr nade koçer herin zozanan. Koçerê deşta Hewlêrê ji bo peydakirina pêdiviyên jiyana xwe her sel berê xwe didin zozanên Biradostê û sewalvaniyê dikin. Lê ji ber bombebaranên dewleta Tirk jîngeh û xwezaya herêmê tê talankirin, jiyana koçeran jî di nava metirsiyê de ye.

Koçerên çiyayê Şekîf li ser êriş û dagirkeriya dewleta Tirk peyivîn. Çiyayê Şekîf dikeve beramberî zozanên Xinêre, Lolan û Xakûrkê yên herêma Biradostê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê.

Dewleta Tirk bê ole

Hacî Qadir Herkî yek ji wan koçeran e ku diçe çiyayê Şekîf sewalvaniyê dike, nerazîbûn nîşanî êrişan da û got: “Ji bo em pêdiviyên jiyana xwe peyda bikîn em sewalvaniyê dikîn li van zozanan. Lê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk jiyana me di nava metirsiyê de ye. Dewleta Tirk bê ol e, li cem wan PKK, pêşmerge û welatî hemû yek in, yanî tenê Kurdan bikujin ji bo wan bes e.”

Garantiya jiyanê nîne

Welatiya bi navê Enîf Reşîd jî got:”Her şev em bi dengê balefirên şer yên dewleta Tirk radibîn. Jiyana şivanên me her kêlî di xeteriyê de ye. Destê me li ser dilê me ye em dibêjin ha wê leşkerên Tirk guleyan li şivanên me bireşînin ha bireşînin. Li vê derê ti garantiya jiyanê nîne.”

53 kes hatin kuştin

Koçerê bi navê Kerîm Xan Mecîd jî nerazîbûna xwe li dijî hikûmeta Herêma Kudistanê diyar kir û got: “Hikûmet li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê bêdeng e, jiyana me di nava metirsiyê de ye. Xelk nikarin biçin zozanên xwe. Gelek malên koçeran ji ber metirsiyê nehatine zozanan. Heya niha li van zozanan 53 kes hatin kuştin. Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng e, û ti helwest jî nişan nedaye. Ez daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne.”

Tenê 20 mal hatine

Şêniyê bi navê Zahir Qadir jî axivî û got: “Salên borî zêdetirî 100 malên koçeran dihatin van zozanan, lê niha tenê 20 mal hatine. Ew ên nehatîn jî ji ber dagirkeriya dewleta Tirk nehatine. Ez daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku li dijî vê dagirkeriyê bibe xwedî helwest. Dewleta Tirk hew mayebikeve hindirê bajarokê Sîdekanê.”

 

ROJNEWS/BRADOST