Li navçeya Milazgirê ya Mûşê ji ber baran û gijloka bi bandor nêzî 20 hezar donum zeviyên ji genim û ceh hatin çandin zirar dîtin. Gijlokê herî zêde li gunên Tendurek, Yaramîş, Yekmal, Derîk, Qere Eli û gundên Leter û Pîlurê yên girêdayî navçeya Kopê zirarek mezin pêk anî. Welatiyên ji ber baran û gijlokê zirarek mezîn dîtin jî dixwazin zirarên wan bên dîtin. Keyayê Tendurekê Salîh Yalçin diyar kir ku wî yekemîn car gijlokekî wisa dît û wiha got: "Gijloke weke hêkan dibarî çandiniya me mehvkir. Rewşa me gelek ne baş e. Bila dewlet berê xwe bide me ji ber ku tu dahatina me tuneye. Em tenê bi sewalkariyê û çandîniyê debara xwe dikin. Zirara me gelek mezin e. Em dixwazin ev yek bên tesbîtkirin û zirarên me bên dîtin."
Ji çotkaran Cezmî Cengîz jî diyar kir ku li gundan bi hezaran donum zeviyan zirar dît. Cengîz, anî ziman ku dahatina wan ji destê wan hate girtin. Cengîz, da zanîn ku li gundan ji sedî 70 çandîniyê û ji sedî 30 jî sewalkariyê dikin û wiha got: "Herêma me weke herêmên din nîn e. Em tenê hilberînekê radikin û derfetên me yên hilberîna duyemîn tuneye. Lê gijlokê ev yek jî destê me girt. Em li vir bang li rayedarên hikûmetê dikin ku alîkariyê bidin me. Qet nebe ji bo sala tê tovên me bidin. Heke wisa biçe dê hemû gund îflas bikin. Divê ji vê yekê re çareseriyekê peyda bikin."
DÎHA/MÛŞ