Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli, bertek nîşanî helwesta hikûmetê û Wezareta Dadê da û anî ziman ku girtigeha Pozantiyê ji girtîgehên din cudatir in. Kozagaçli, anî ziman ku Wezîrê Karê Hundir vê bûyerê wekî buyerekî asayî (munferit) dibîne, lê bûyerek bi vî rengî pir watedar û awarte ye û wiha got: "Raste li Tirkiyeyê îşkence bi dawî nebû. Pêkanînên îşkence, tacîz tecawiz û muameleyên xerab hemû bi rêk û pêk in. Ji ber vê yekê em vê yekê bi şermokî dibêjin. "
Kozagaçli, destnîşan kir ku li girtîgehên zarokan 2 hezar û 500 zarok girtî ne û wiha berdewam kir: "Ji ber navê girtîgehê wekî 'Mala Ceza' tê binav kirin ceza rewa tên dîtin. Li dijî zarokan û girtiyan her tim polîtîkayên îzolasyonê pêk tên. Bi taybetî piştî sala 2000'an bi operasyona "Vegera Jiyanê" re " zext û zordariya li ser girtiyan zêdetir bû. Kozagaçli, anî ziman ku her diçe malbat nikarin bi hêsanî biçin ziyareta girtiyan û temasa bi girtiyan re zahmet dibe."
Kozagaçli, destnîşan kir ku pêkanînên li dijî zarokan ên li Tirkiyeyê nayê qebûl kirin û li dijî startên navneteweyî dijîn û wiha berewam kir. "Pêkanînên li Pozantiyê girêdayî pirsgirêka Kurd e. Li girtîgeha Pozantiyê zarokên 'Kevir avêt polîsan' û 'Mexdûrên TMK'ê" hene. Girtina zarokan qet nayê qebûl kirin. Lê li gel neqebûlkirina girtina zarokan divê qet pêkanînên li dijî zarokan neqê qebûl kirin. Bi piranî, bira, xwişk, dayik, bav û xizmên wan an gerîla ne, an jî girtî ne. Zarok ji ber nasnameya xwe tên girtin û rastî zext û zordariyê tên."
MUSTAFA EMRAH SUER - DÎHA/ENQERE