Parêzer Tugay Bek diyar kir ku di 19 Nîsanê çûye hevdîtina muvekîlên xwe yên bi navê Sani Abay, Masûm Saglam, Bariş Yîgît, Nedîm Aydinalp, Ercan Alp, Huseyîn Ocalan û Cîhan Kaçar. Bek, diyar kir ku girtiyan di hevdîtinê pirsgirêkên ku li wir dijîn ragihandiye û bilêv kir ku li gorî agahiyên ku girtî daye wî li girtîgehê zextên bi pergalî tên kirin û binpêkirina mafan zêde ne.

'Di 7 menzelan de 60 girtî dimînin'

Bek, daxuyand ku di Girtîgeha Hatay a Tîpa M'yê de ji ber angaşta 'Endamê rêxistinekî derzagonî' 60 girtî û dîl bi tevahî di 7 menzelan dimîne. Bek, da zanîn ku di lêgerînên di menzelan de rêvebiriya girtîgehê di dîwarên navbera menzelan de 4 kunên hatine vedan, dîtiye û wiha got: "Her wiha di lêgerînan de nîşeyên ku girtiyan derbarî zimanê Kurdî de girtine, hatiye dîtin û dest daye wan. Rêvebiriya girtîgehê bi hinceta nîşeyên Kurdî û kunên di dîwaran de derbarî girtiyan lêpirsîn daye destpêkirin û menzela girtiyan guhertiye."
Bek, bertek li hemberî vê lêpirsînê nîşan da û diyar kir ku muwekîlên wî didin zanîn ku ew kunên di dîwaran de ne ji aliyên wan ji aliyên girtiyên berê yên adlî dibe ku hatibe vekirin. Bek, destnîşan kir ku lêpirsîna ku derbarî nîşeyên zimanê Kurdî ku ji aliyê girtiyan bi armanca lêgerîn û perwerdehiyê hatine girtin, hatiye vekirin derzagonî ye. Bek, eşkere kir ku ji ber cezayên disîplînê ku di encama lêpirsînên bi vî rengi hatine dayîn, derbarî hin girtiyan nêzî sal û nîvek cezayê disîplînê hatiye dayîn.

'Girtîgeh çareseriyek nabîne'
Bek, derbarî pirsgirêkên din ên ku girtî dijîn jî rawestiya û diyar kir ku niha li girtîgehê hejmar ji ber ku zêdeye girtî pir zehmetiyan dikişînin. Bek, bi lêv kir ku ji ber hejmara zêde gelek girtî neçar dimînin ku li erdê radizin û wiha dawî li axaftina xwe da: " Cihên ku tê de tên girtin ji hêla tendûristiyê ne cihekî baş e. Her wiha di heftê 2 caran wekî nîv seatî ava germ didin hemû girtiyan û ev jî têrî girtiyan nake.  Girtî gelek jê aciz dibin, lê rêvebiriya girtîgehê çareseriyek ji vê pirsgirêkê nabîne."


HAMDULLAH KESEN - DÎHA/EDENE