2'yemîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Qoserê li Şaredarê Qoserê Ferhan Turk ê ku di 14'ê Nîsana 2009'an de ji doza KCK'ê girtiye, bi hinceta di 4'ê adara 2009'an de di buroya hilbijartinê de bi kurdî axiviye 3 hezar TL cezayê pereyan birî.
Der barê Şaredarê Qoserê Ferhan Turk ê di 14'ê Nîsana 2009'an de ji doza KCK'ê hate girtin, bi hinceta di 4'ê adara 2009'an de li buroya hilbijartinê bi kurdî axiviye û propaganda kiriye li 2'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê doz hate vekirin. Rûniştina biryarê ya der barê Turk de li 2'emîn Dadeha Cezayê Asliye ya Qoserê hate dîtin. Heyetê der barê Turk ku 2 sal û 6 meh girtiye de bi îdîya di 4'ê adara 2009'an de bi kurdî axivî ye 3 hezar TL cezayê pereyan birî.

Dozger di îdîanameyê de diyar kir ku Turk li gorî zagona hêjmar 81/C 117'an li dijî zagona partiyên siyasî tev geriya ye û di çarçoveya xebata hilbijartina herêmî de di 4'ê adara 2009'an de li buroya hilbijartinê ya li Qiratxaneya Altunê ya Buroya Hilbijartinê ya Ugur Kaymaz de bi kurdî axivîye û progapanda kiriye" Li ser vê îdîaya dozger heyeta dadgehê der barê Turk de 5 meh cezayê girtîgehê û 3000,00 TL cezayê pereyan birî.  Parêzeran li dij biryarê serlêdana îtîrazê kirin.

MÊRDÎN