Piştî qeyûm Şaredariya Dêrikê dagir kiribû, navê Parka Ûgûr Kaymaz guherandibû. Lê piştî hilbijartinên 31'ê Adarê, Meclîsa Şaredariyê ya nû dîsa navê Ûgûr Kaymaz li Parkê kir. Vê carê Wezareta Karên hundir li dijî endamên meclîsa şaredariyê lêpirsîn da destpêkirin; wekî hincet jî diyar kir ku Kaymaz "di şer de hatiye kuştin."
Şaredariya Dêrikê di 26'ê Gulana 2006'an de parkek çêkiribû û navê Ûgûr Kaymaz lê kiribû. Qeyûmê dagirker navê parkê guherand û navê Deriklî Sûltan Kosen lê kiribû. Piştî hilbijartinên 31'ê Adarê HDP'ê şaredarî bi dest xist û dîsa navê Ûgûr Kaymaz li parkê kir. Ji bo navê parkê ji 25 endamên meclîsa şaredariyê 20´an xwest navê Ûgûr Kaymaz li parkê bê kirin. Lê belê qeymeqamê navçeyê bi hinceta "ji ber têkilî bi rêxistinê re heye" biryara meclîsa şaredariyê red kir.
MA / MÊRDÎN