Dadgeha Tirk, bi îdayên “Ne endamê rêxistinê ye lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “Mixalefetî qanûna 2911’an kiriye” 3 sal û 10 meh cezayê hepsê li Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier birrî.

Bi hinceta ku Îmam Taşçier beşdarî meşa di serdema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê bûye, doz lê hatibû vekirin. Rûniştina biryarê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê a dewleta Tirk pêk hat. Taşçier beşdarî dozê nebû, lê parêzerên wî amade bûn. Parêzeran parastina miwekîlê xwe kir û beraeta wî xwest.

Heyeta dadgeha Tirk ji sûcê “propaganda rêxistinê” Taşçier beraet kir û ji îdayên “Ne endamê rêxistinê ye, lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “Mixalefetî qanûna 2911’an kiriye” 3 sal û 10 meh cezayê hepsê lê birrî.

 

AMED