
Kesên ku hem welatiyên Tirkiyeyê û hem jî yê welatekî Ewrûpî, li ber deriyê kosolosên Tirkiyeyê dorên dirêj pêk tînin. Sedem jî ew e ku ew ditirsin, piştî Awusturyayê, welatên din ên Ewrûpî jî cezayê pere bibirin li wan kesên welatiyên du dewletan. Awusturyayê ragihandibû ku ew ê 5 hezar euro cezayê pere bibire li wan welatiyên xwe yîn ku heman demê de welatiyên Tirkiyeyê ne jî.
Hêja ye mirov bi bîr bixe ku li Awusturyayê di dengdana referandûma 16´ê Nîsanê de ji sedî 75 dengê erê hatibû bikaranîn. Xwediyê van dengan niha ji tersa ku wê cezayê pere bixwin li devê deriyê konsolosxaneyên Tirkiyeyê yên li Awusturyayê dorên dirêj pêk tînin.
Ev pêkanîn ji aliyê wezîrê karê hundir ê Awusturyayê Wolfgang Sobotka ve hatibû ragihandin. Sobotka dabû zanîn ku ew kesên bûne welatiyên Awusturya û bi rêyên neqanûnî û bi dizî ji nû ve bûne welatiyên Tirkiyeyê dê werin cezakirin.
VIYANA