Basa ya Şirnexe ku li seranserî Çemê Dîcleyê hatiye avakirin, ger derfetan baş bikarbine û pêşbixe çavkaniyê jêr erd û ser erdê têra tevayî herêmê dike. Dikare bi vî awayî ji pirsgirêka avê re bibe bersiv. Lê dinava hebûnêde welatî mexdur hatine hiştin. Şênîyên navçê bi derfetên xwe dînamo kirinê û bivî avayi pêdiviyên xwe pêktînin û tînin ziman ku ger ev rewş bi vî awayê bidome wê perîşan bibin. Ji bo pêdivîyan pêkbinin her roj bi sedan metreyî jin û ciwan xortiman pişt dikin, bitaybetî ciwan û jin ji ber vê rewşê zêdetir mexdur dibin. Jin ji bo ku dilopek avê bibe mala xwe her roj xortoman li hev girê didin û av dikişînin.


'Divê şaredarî çareser bike'

Jina bi navê Hulya Erbey diyar kir ku şaredarî tu xebatan nake û wiha axivî: "Heta niha şaredariyê di çarçova pirsgirêka avê tu mexduriyetên me pêk nehaniyê. Av rojekê tê û deh rojan em bê av dimînin. Weke hûn jî dibînin em xortima pişt dikin û bi dînamoyanre girê didin û her roj rewşa me bi vî awayiyê."
Erbey îdîa kir ku şaredari taxên ku aligirê wan lê dijîn xizmet dibe û wiha pêde çû: "Ji kanîyên me rojekê jî av tê û birojan dilopek av ji kanîyan nayê. Lê belê ev rewş ji bo taxa rexme derbas nabê ji ber ku ew taxa aligirê şaredariyênin ava wan her roj tên. Weke hûn jî dibînin em ava vexwarinê ji dînamoyan bidest dixin, ji ber ku hijmara dinamoyan kême em dordikin her cari yek tê xortima xwe bi dînamoyêre girm didin û ava xwe bidest dixe. Ev yek ji mexduriyet me bêhtir dike. Em hêvidarin ku wê Şarederî di demek kurt de vê pirsgirikê çareser bikin. Jiyanekî bivî rengî nay jiyandin."

ŞIRNEX