Dewleta Tirk û çeteyên wê, ev demek e ku bê navber bi zanabûn dexl û danê Kurdistanê dişewîtinin. Heta niha bi hezaran donim dexlûdan şewitîn. Li Şengalê 3 û li Rojava 7 bi giştî 10  kasan jiyana xwe ji dest da. Pêr li bejahiya navçeya Til Koçerê  ya kantona Qamişloyê jî agir bi dexlûdan ket. Ji ber şewatê 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di şewata pêr piştî nîvro de  dexlûdanên li derdora gundên Til Elo, Kirfanî, Hisêniyê, depoyên berhemên ceh û genim û Um Kihêf ên bejahiya navçeya Til Koçerê ya girêdayê herêma Dêrikê şewitîn. Li gorî agahiyên şêniyan li navçeya Til Koçerê, nêzî 2 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitîne.

Tîmên agirkujiyê, komîteyên sivîl, endamên hêzên Asayîşê û hêzên leşkerî çûn bi hawara şêniyan ve da ku şewatê vemirînin. Di hewldana vemirandina şewatê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Bi zanebûn dişewitînin

Endama Rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya kantona Qamişlo Rojîn Ehmed der barê mijarê de peyivî û got; ”Ev demek e ku bi zanebûn agir berdidin dexlûdanê weletiyan. Heta niha bi hezaran donim çandinî şewitin. Ji ber şewata li bejahiya navçeya Til Koçerê, ji endamên, komîteyên sivîl, endamên hêzên Asayîşê û hêzên leşkerî 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hin şêniyên ku beşdarî vemirandina şewatan bûne, dibêjin;Ji ber ku ba gelek zêde gûr bû hişt ku agir zû belav bibe.

 

ANHA/ QAMIŞLO