'Min ew stran nestra'
Hunermend Şukran Turan, diyar kir ku ji ber wê bi kurdî stran sitrî ceza li wê hatiye birîn û ev yek li dijî hiqûq û mafên mirovan e. Turan, bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê û Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan da. Turan, da zanîn ku li aliyekî dibêjin kurdî serbest e û demokrasî heye, li aliyê din hêj bir ku ew bi kurdî stranan distrên ceza li wan tê birîn. Turan, daxuyand ku wê di şahiyê de bi kurdî stran strîn û ew perçê "De rarin bira no" ne strî ye. Turan, bilêv kir ku dadgehê li ser îfadeya polîsan salek û 6 meh cezayê girtîgehê û 150 TL cezayê pereyan li wê birî ye. Turan, daxuyand ku wê ceza îtîraz kiriye û niha li benda encamê ye.
HAMZA GUNDUZ/DÎHA/COLEMÊRG