Li Navçeya Turgutlu ya Manîsayê malbata Temel xwestin navê “Dewran” li zarokê xwe bikin. Lê ji ber tîpa “W” rastî pêkanînên faşîzan hatin. Midûrê Nifûsa Turgutlu yê Manîsayê ji malbatê re got “Hûn cudakar in, nijadperestin û faşîstin. Ez nasnameyê nadim we.” Malbata Temel ji ber nikarin navê zarokê xwe li nifûsê qeyd bikin nikarin bibin nexweşxaneyê jî. 
Her çend Serokwezîr Erdogan bêje Kurdî serbest e jî hêj, malbatên Kurd nikarin bi Kurdî navan li zarokên xwe bikin. Malbatên dixwazin bi Kurdî navan li zarokên xwe bikin jî rastî neheqî, zilm û tundiya derûnî tên. Hevser Maşallah Temel û Meryem Temel xwestin navê zarokê xwe bikin “Dewran” di 30’ê Çile de xwestin li Midûriyeta Nifusê ya Turgutluyê navê zarokê xwe qeyd bikin. Lê midûriyeta Nifûsê bi sedema di nav de tîpa “W” heye qeyd nekirin. Malbatê jî diyar kirin ku nav bi Kurdî ye û xwestin navê xwe qeyd bikin. Li ser vê yekê Midûrê Nifûsê xwe bi malbatê re aciz kir û got “Hûn cudakar in, nijadperestin û faşîstin. Ez nasnameyê nadim we.” Malbata Temel ji ber nikarin navê zarokê xwe li nifûsê qeyd bikin, nikarin bibin nexweşxaneyê jî. Malbatê anî ziman ku zarokê wan 23 rojî ye û ji ber nexweş e, divê bibin nexweşxaneyê. Malbata Temel, da zanîn ku ji ber nikarin navê zarokê xwe li nifûsê qeyd bikin nikarin bibin nexweşxaneyê jî. Malbatê da zanîn ku ji bo zaroke xwe derman bikin û midûriyetê tîpa “W” qeyd nekir, neçar man ku navê zarokê xwe wekî “Devran” qeyd bikin. 

‘Em bi zora polîsan derxistin derve’

Bav Maşallah Temel anî ziman ku hêj nikarin bi daxwaza xwe nav li zarokê xwe bikin û yê esil faşîst û cudakar midûrê nifûsê ye. Dayik Meryem Temel jî anî ziman ku li aliyekî mexdûr bûn, li aliyê din jî rastî neheqî û tundiyê hatin. Meryem Temel, da zanîn ku midûr û polîsan neheqî li wan kir û ew bi zorê avêtin derve.

Têkildarî mijarê Midûra Nifûsê Raziye Meder jî geşedan piştrast kir û malbat sucdar kir. Meder, anî ziman ku ji ber ew li wir bû bûyerên bi vî rengî rûdan û got “Ger malbatê wisa mijar sor nekira dê bûyerên bi vî rengî nexweş derneketina.”

ÎBRAHÎM ÇOŞKUN/DÎHA/MANÎSA