
Gundê Godernê yê navçeya Pasura Amedê di sala 1993'de ji aliyê dewletê ve hatibû şewitandin û xerakirin. Piştî şewitandina gund ji ber zextên dewletê malbata Çaçan neçar man ku koçberî Amedê bibin. Malbata Çaçan, piştî sala 2000'î vegeriyan gund. Gundê berê ku 70 mal bûn, piştî ku hate xerakirin tenê 20 mal man. Sadik Çaçan ê 90 salî û û Saîbe Çaçan a 80 salî xwedî 8 zarok in. Sadik û Saîbe Çaçan 7 salan li Amedê man. Bavê 90 salî Çaçan ji ber ku bi tirkî nizane li gel vê êşa valakirina gund niha jî bi êşa nedîtina kurê xwe yê ji doza PKK'ê dijî. Bavê girtiyê PKK'ê Mustafa Çaçan Sadik Çaçan, hem nexweşiya pençeşêrê ye û hem jî li gel vî temenê xwe yê mezin nikare biçe Îzmîrê kurê xwe yê li Girtîgeha Bûcayê bibîne. Çaçan, heta niha gelek caran ji kurê xwe bibîne û karibe bi telefonê bi kurê xwe re biaxive serî li Wezareta Dadê da. Ji ber pirsgirêka aborî 5 salin nikare biçe girtîgehê û kurê xwe nabîne. Çaçan, di serlêdana Wezareda dadê de xwest ku kurê wî sewqî girtîgehek herêkê bê kirin, lê daxwaza wî hêj bi cih nehatiye. Kurê Çaçan Mustafa Çaçan, di 2006'an de li Antalyayê hate girti nû şandin Îzmirê. Dayika Mustafa Çaçan, Saîbe Çaçan, jî ji ber ku temenê wî mezin e 5 salin neçûye dîtina kurê xwe. Dayika Çaçan, diyar kir ji ber bi kurdî nizanin û axaftina telefonê ya kurdî xedexe ye nikarin bi kurê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Çaçan, da zanîn ku ji ber temenê wan mezin e û rewşa wan a aborî xerab e 5 salin kurê xwe nedîtine. Çaçan, da zanîn ku tenê çarekê bi kurdî bi kurê xwe re axivî û ji ber ku bi kurdî axivîn telefon li ser wan hate qutkirin.
Çaçan, diyar kir ku berê jî 12 salan li girtîgeha Bayrampaşa ya Stenbolê girtî ma û piştî serlêdana Wezareta Dadê sewqî Girtîgeha Derikê ya Mêrdîn hatibû kirin. Çaçan, anî ziman ku piştî kurê wê cara 2'emîn hate girtin rastî cezayê 20 salan hat. Çaçan, bilêv kir ku ji ber vê carekê gelek dûrî wan e û hevserê wê nexweş e nikarin biçin dîtina kurê xwe. Çaçan, derbirî ku ji ber axaftina kurdî jî qedexe ye nikarin bi telefonê jî bi kurê xwe re hevdîtnê bikin.
Bavê Mustafa Çaçan Sadik Çaçan ku bi pençeşêra mîdeyê ye jî diyar kir ku hem kesekî wan tune û hem jî aboriya wan nebaş e nikarin biçin hevdîtina kurê xwe. Çaçan, da zanîn ku li gel li mala wan alavên wan pir kêm in û rewşa wan a borî pir xerab e jî pir kêfxweşin ku li gund dijîn. Hevseran diyar kirin ku dixwazin kurê wan sewqî girtîgehek nêzîk bibe û karibin biçin dîtina kurê xwe. Hevseran ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan.
BÎLAL GULDEM/ŞÎLAN OZHAN - DÎHA/AMED