Li ser xelkê Efrînê êşkence, revandin û kuştina dewleta Tirk bênavber didome. Dîsa doh û pêr jî nûçeyên revandinê ji Efrînê hatin. Li gorî agahiyên ji Efrînê, piştî teqîna 27’ê Hezîranê 100 welatî hatine revandin û doh jî 18 ciwan revandine. Têkildarî Efrînê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî raporek weşand û got:”Dîsa, bi bihaneya endamên YPG-YPJ ne, li ser noqteyên kontrolê jinan binçav dikin û heya niha cihê piraniya kesên hatine binçavkirin ne diyar e.”
Bi ser malan de digirin
Dewleta Tirk a dagirker pêr li Efrînê, li 2 taxan bi ser malên Kurdan de girt. Di serdegirtina malan de hate diyarkirin ku 18 ciwan hatine revandin.
Çavkaniyên ji Efrînê diyar kirin di dema biserdegirtina malan de leşkerên Tirk bi xwe hebûne, ên ku li ber xwe dane bi zextê û zorê hatine revandn. Li hêla din li navenda bajêr piştî teqîna 27’ê Hezîranê ku di encamê de bi dehan çete hatin kuştin, hêzên dewleta Tirk zextên xwe zêde kirine. Çavkaniyên ji Efrînê gotin, li Cindiresê 60 û li Efrîn navendê jî heta niha 90 kes hatine girtin.
Gelê Efrînê li dijî dagirkeran daket qadan
Her wiha gelê Efrînê li Qada Kawayê Hesinkar ku roja 27’ê Hezîranê teqîn çêbûbûn li hev civiyan û bi dirûşmeyan xwestin dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê werin derxistin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di nava girseya gel de kesên ku ji Gûtayê hatine li Efrînê bicihbûne jî hene. Çavkaniyan ragihandin ku kesên ji Gûtayê hatin jî ji zext û pêkanînên dewleta Tirk û çeteyên wê aciz bûne.
Di asta herî jor de ne
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî derbarê binpêkirinên mafên mirovan li Bakurê Sûriyeyê û nexasim li Efrînê raporek weşand.
Komîseriyê di raporê de dest nîşan kir ku li Bakurê Sûriyeyê xelkên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rastî gelek zextan tên û got ku binpêkirin û destdirêjî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de di asta herî jor de ne.
Yên herî zêde jî ji Efrînê tên
Di raporê hate diyarkirin ku rojane raporên binpêkirinên mafên mirovan ji herêmên mîna Ezaz, Bab û Cereblusê tên, lê yên herî zêde ji Efrînê derbarê desteserkirina malên welatiyan de ne. Di raporê de tê gotin ku çete û malbatên wan ên ji Idlib, Xûtaya Rojhilat, gundewarên Humsê û Hemayê hatine destdanîne ser malên şêniyên Efrînê û dema şênî vedigerin jî malên wan nadin wan.
Efrîn hatiye dabeşkirin
Di derbarê çûn û hatina sivîlan de jî di raporê de hate gotin ku bi navê “qadên ewlehî” ji aliyê Ceyş El-Îslam û Feyleq El-Rehman ve Efrîn hatiye dabeşkirin. Lewre heyanî ku sivîl ji kolanekê biçin ya din divê destûrê ji noqteyên kontrolê yên artêşa Tirk bigrin.
Bi bihaneya endamên YPG-YPJ ne
Dîsa, bi bihaneya endamên YPG-YPJ ne, li ser noqteyên kontrolê jinan binçav dikin û heya niha cihê piraniya kesên hatine binçavkirin ne diyar e. Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku rojnamevan û çalakvan jî rastî êrîş û êşkenceyên hovane yên çeteyan tên. Komîseriyê teqez kir ku divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêz ji pîvanên mafên mirovan ên navnetewî re bigrin û wan bin pê nekin.
Zêdetirî 500 sivîl hatin qetilkirin
Tevgera dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirk a dagirker roja 18’ê Çileya 2018’an destpêkir û di 18’ê Adarê de bi ketina navenda bajêr re didome û heta niha zêdetirî 500 sivîlî hatin qetilkirin, bi sedan sivîl hatin revandin, êşkence li wan hate kirin û tecawiz li gelek jinan hatiye kirin.
NAVENDA NÛÇEYANResmê kolonyalîzma Tirkan Li welatê xwe bûn ‘biyanî’
Dewleta Tirk a dagirker ji xelkê Efrînê re qaşo nasnameyek derxistiye ku navê wê jî “Belgeyên nasandina biyanî” ye. Bi vê belgeyê dagirkerên Tirk û Ereb gelê Efrînê li ser axa wan wekî biyanî’ nîşan didin.
An revandin an kuştin
Ajansa Mezopotamya (MA) xwe gihande qaşo nasnameyên ku dane xelkê Efrînê. Li ser nasnameya ku navê wê “Belgeya Danasîna Biyanî” ye; nav, paşnav, dîroka zayînê, cihê zayînê, zayend, cihê qeydê û nûmareya qeydê hatiye nivîsandin.
Nasnameya ku hatiye amadekirin li Navenda Efrînê û hemû navçeyên Efrînê dest bi belavkirinê kirin. Welatiyê li Efrînê dijî û nexwest navê xwe bide E.M, qewimînên li nava bajêr vegotin. E.M., got ku jiyan her roj ber bi xerabûnê ve diçe û wiha peyivî: “Ez nikarim li vir aşkere navê xwe bêjim. Ger ku ez navê xwe bidim û aşkere agahiyan bidin dê min bibînin û min li vir bikujin. Ji xwe kes newêre bi wêrekî derkeve derve. Em an tên revandin an jî tên kuştin. Em li hola kolanê tên înfazkirin.”
Em li ser axa xwe bûn biyaniyê
E.M., nasnameya ku ji bo wî hatiye amadekirin parve kir û got: “Niha nasname ji me re derxistin. Bi Tirkî û Erebî amade kirine. Ez bi Tirkî nizanim. Lê dema min wateya wê pirsî, ez şok bûm. Em li ser axa xwe bûn biyaniyê. Ev dê heta kengî bidome. Gelê Efrînê di komkujiyê re derbas dibe.”
Tolhildan nêzîk e
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku yekîneyên wan li Idlibê li dijî çeteyên Feyleq El-Şam çalakî kirine. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûn der barê çalakiyê de li ser malpera xwe ya fermî ev tişt anî ziman:”Yekîneyên me yên li Idlibê, 30’ê Hezîrana 2018’an noqteya çavdêriyê ya çeteyên Feyleq El-Şam hedef girt. Rola vê koma çete di dagirkirina Efrînê de li pêş bû, mal û milkên xizmên me talan kirin, her wiha li dijî welatiyên bêguneh sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn.
Di encama çalakiya me de noqteya behsa mijarê bi temamî hate rûxandin û 2 çeteyên bi navên Elî El-Hemûd û Xalid El-Faris hatin kuştin.
Di rojên pêş de wê diyar bibe
Ji ber me bi xaka Efrîn û xwîna hevalên xwe yên deşt û çiyayên Efrînê av dane sond xwariye, em soz didin ku çeteyên hebûna dagirkeriya Tirk li Efrînê rewa nîşan didin li hemû cihên wan ên li Idlib, Efrîn, Ezaz, Mari, Bab, Cerablus û El-Raî hedef bigirin. Rojên pêş jî wê rastiya gotina me diyar bibe ku em pêk tînin. Gotinên herî baş ên li ser rûyê erdê pratîze dibin. Efrîn bi sebr e, tolhildan nêzîk e.”
Di 2 çalakiyên cuda de 6 çete
Her wiha Navenda Ragihanê ya YPG’ê jî pêr daxuyaniyek belav kir û got ku li Efrînê di encama 2 çalakiyên cuda de 6 çete hatin kuştin.
EFRÎN