Şer herî zêde li eniya rojhilatê Kobanê pêk tê û çeteyên DAIŞ'ê li wir darbeyên giran dixwin. Ligel hemû zor û zehmetiyan morala şervanên YPJ û YPG'ê gelek baş e.
Çeteyên DAIŞ'ê herî zêde êrîşê li wan eniyan dike û çûna van eniyan bi gotina herî sivik "Mirin li ber çavan girtin e." Çeteyên DAIŞ'ê herî zêde bi hewanan êrîşê li van çeperan dikin. Dîsa di kolanan de ji bo nebin hedefa sekvanan bi baldarî û xwe nizim dikin diçin. Di hinek kolanan de ji bo nebin hedefa sekvanan di avahiyan de tunel hatine vekirin. Bi riya van tunelan diçin kolaneke din.
'Tîlîliyên me ji dijmin re dibin tirs'
Şervana YPJ'ê ya bi navê Gulbahar diyar kir ku ew li eniya rojhilata di çeperên herî pêş de cih digirin û wiha got: "Dema çete tîlîliyên me dibihîzin morala xwe winda dikin û hevalên me jî moralê digirin. Ev yek ji bo me hêzek e."
Gulbahar, anî ziman ku weke YPJ û YPG pêşketin û wiha axivî: "Heya xwîn neyê rêjandin welat azad nabe. Welat incax bi xwînê dê azad bibe. Ji ber wê yekê jî me çeperên xwe girtine û morala me jî bilind e." Gulbahar di serî de ji ciwanên Kobanê û hemû ciwanên Kurd û Kurdistanê re jî wiha bang kir: "Em dest bidin hev çeperên xwe bigirin. Heya dilopa xwîna xwe ya dawî em çeperên xwe bernedin."
'Têkoşîna me tenê ji bo Kurdan nîn e'
Şervana YPJ'ê ya bi navê Gilîdax Cûdî jî wiha got: „Bi şerê li vir qedera Kurdan tê diyarkirin. Têkoşîna em li vir didin tenê ji bo Kurdan nîn e ji bo Tirk, Erep, Faris û hemû gelaan e. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelan dikin ku xwedî li Kobanê derbikevin. Em li vir di çeperan de ne û gav bi gav pêş dikevin. Ev yek jî moralê dide me. Kobanê dê ser bikeve. Bila gelê me yê koçber bû jî bê piştgiriyê bide vê berxwedanê. Divê zarokên Kobanê vegerin Kobanê."
Cûdî anî ziman ku berxwedana jinê ya li Kobanê xwedî wateyekî cudaye û wiha axivî: "Berxwedana jinê ya li vir gelek cuda ye. Em berê xwe didin hemû dîroka cihanê tu berxwedanên weke berxwedana jinên YPJ'ê tuneye. Em bi vîna xwe ya xweser şer dikin. Şehîd Arîn, Şehîd Berfîn, Şehîd Axîn û gelek şehîdên din me dan. Morala em ji wan digirin em ji tu tiştê din nagirin. Li vir jî pêşengiya herî mezin jî hevalên jin kirin."
Cûdî bang li hemû jinan kir ku bên li Kobanê ber xwe bidin û wiha axivî: "Tenê jinên Rojavayî na jinên başûr, rojhilat û bakûr jî bila bên. Divê jinê hemû cîhanê bên ji bo xwe ber xwe bidin. Ji ber ku tevgera me, tevgera jinê ye. Bila jinên Tirk, Ereb, Elewî û Êzîdî bên ber xwe bidin."
'Ev der tenê axa Kobanê nîn e'
Şervanê YPG'ê yê di çeperê şervanên YPJ'ê de dimîne yê bi navê Hogir jî diyar kir ku ew ji Efrînê ye û Elewî ye. Hogir sedema di çeper de cih digire wiha vedibêje: "Ez ji Efrînê hatim. Ez ji bajaroka Mabeta ya Efrînê me. Ez ji bo parastina şeref û nasmûsa xwe hatim vir. Ev der tenê axa Kobanê nîn e. Axa hemû Kurdistanê ye."
ÎBRAHÎM ASLAN / ERSÎN ÇAKSU/DÎHA/KOBANÊ