Fatîma Bhutto neviya kevne serokwezîrê Pakistanê Zulfîqar Elî Bhutto û biraziya kevne serokwezîra Pakistanî Benazir Bhutto ye. Sala 1982´yan li Qabîlê hatiye dinyayê. Ew nivîskareke ku heta niha 3 pirtûkên wê bi zimanê Ingilîzî derçûne û ya herî navdar jî, ya ne xeyalî ya li ser jiyana malbata wê ya bi navê Songs of Blood and Sword (Strana Xwînê û Şûr) a sala 2010´an derçûyî, berhema wê ya herî belav e û serketî tê qebûlkirin. Ew metika xwe û mêrê wê Asif Alî Zardarî bi têkiliya kuştina bavê xwe gunehbar dike û ji ber wê jî rexnegireke wê ya tund e.
Wê wekî din The News û The Guardian jî di navê de ji gelek rojname û kovaran re jî nivîsiye. Ew beriya bi demeke kurt diçe Îsfahanê, welatê dapîra xwe ku ew navê Cûnum (Cana min) lê dike. Cûnuma wê Nusrat Bhutto ye, û ew ne Pakistanî ye, ew Kurdeke malbata wê ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku li Îsfahana Îranê hatiye dinê. Ji ber ku Cûnuma wê gelekî pesnê Îsfahanê jê re daye, ew diçe wî bajarî û li ser tişta dîtî jî ji Esquire.com re nivîsiye. Bi vê nivîsa kurt ew dapîra xwe ya Kurd careke din bi rehmet bi bîr tîne û dibêje, “Îraniyên bakur tevî ku yexniyê tirş çêdikin, Cûnum fesencana xwe timî dewlemend û şîrîn çêdikir”. Yanî dapîra wê ya Kurd xwe bi fesencana (tirşika mirişkan bi libên hinarê) xwe ji Îraniyên mayî cihê dikir. Neviya wê Fatîma piştî mirina dapîra wê bi 4 salan jî diyar e li ser heman rêûresmê dimîne: “Niha ku ew êdî çûye, min bîra dapîra, welatê wê, bajarê û heta xwarina wê ya herî bi dilê wê yanê fesencan jî ji wê mîras girt.”
NAVENDA NÛÇEYAN